Wê biryara Brukselê bandoreke çawa li ser Elmanyayê bike?

Biryara dadgeha Belçîkayê ya ‘PKK ne terorîst e, alîyekî şer e’ wê bandoreke çawa li ser Elmanyayê bike? Hiqûqnas û pisporên vê di qadê de dixebitin, ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivîn.

Qedexeya PKK’ê ya ku li dijî Kurdan yek ji palpişta polîtîkaya krîmînalîzasyonê ye, ji bo Kurdên li sirgunê dibe sedema gef û mexdûriyetên mezin. Di vî warî de Buroya Hiqûqî ya Azadî 24 sal in piştgiriya hiqûqî dide Kurdan. Endamê buroyê Monî Morres diyar dike ku Elmanya nikare demeke dirêj biryara Belçîkayê nebîne.

Morres li ser biryara dadgeha Belçîkayê diyar dike ku ev biryareke girîng e û got ku, “Ji ber xebata parastinê ya bi zexm û bi israr ev biryar pêk hat. Dadgehan jî bala xwe dan argumanên rasyonel. Beriya her tiştî divê hikumeta Belçîkayê diyar bike ku ew hurmetê dide vê biryarê. Piştî biryarê Serokwezîrê Belçîkayê Phîllîppe Goffîn got ku ‘Wê PKK wekî rêxistineke terorê bimîne’ . Ev gotin nayê qebûlkirin û li dijî pêkanînên demokrasiyê ye. Tişta rast ev e ku piştî niha wê xebatên siyasî yên ji bo PKK’ê neyên darizandin. Mirov dikare bibêje ku vê biryara Belçîkayê wê li ser Kurdan bandoreke erênî ava bike û tê dîtin ku êdî fikr û hedefa wan heye û siyaseteke çalak dikin. Lê em dizanin ku hikumet dikarin polîtîkayên çiqasî şaş jî bikin. Ji ber vê jî peywira derdorên demokrasiyê ev e ku têkevin nav tevgerê. Parêzeran biryara dadgeha Belçîkayê di 8’ê Adara 2019’an de ku digot, ‘PKK alîyekî şer e’ li Elmanyayê ji xwe re kirin referans. Lê ji ber ku wê demê ev biryar nehatibû pesendkirin, saziyên darizandinê li ser vê biryarê nesekinîn. Lê piştî ku biryara Brukselê zelal bû, parêzer dikarin di dozên dawîn de bi awayekî xurt biryara Brukselê tevlî nav parastinan bikin. Polîtîka û darizandina Elmanyayê belkî bibêje ku eleqeya me bi biryara Belçîkayê tune lê ne bawer im ku di dema dirêj de bi ser bikevin.

Em ji sala 1996’an û vir ve dixwazin ku qedexeya li ser PKK’ê were rakirin. Divê em vê daxwaza xwe îro xurttir bikin. Divê pirsgirêk li ser bingeha siyasî were çareserkirin ne bi rêya darizandinê. Çend parêzerên li Hollandayê li ser navê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan di sala 2014’an de ji bo PKK ji lîsteya terorê ya YE derkeve dozek vekiribûn. Dîwana Edaletê di 15’ê Mijdara 2018’an de biryarek da û ev pêvajo bi dawî bû. Hate diyarkirin ku PKK di nav lîsteya serdema 2014-2017’an de ye. Her carê îtîrazî lîsteyê hate kirin. Darizandin didome. Ji ber vê sedemê divê daxwaza ku bila PKK ji lîsteya terorê ya YE derkeve û biryara Brukselê were danîn.

DIVÊ SERÎ LI DADGEHA MAFÊ MIROVAN A EWROPAYÊ JÎ WERE DAYÎN

Profesorê Destûra Bingehîn Dr. Norman Paech jî diyar kir ku divê parêzer biryara dadgeha Belçîkayê bidin ferzkirin. Paech got ku “Dema çend biryarên erênî werin dayîn wê Dadgeha Federal biryara xwe dîsa ji ber çavan derbas bike û îxtîmala ku PKK ji nav lîsteya terorê derkeve jî zêde bibe. Heke biryareke erênî neyê dayîn jî divê parêzer serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Swîsre PKK’ê wekî ‘rêxistineke siyasî’ pênase dike û mixabin welatê din Ewropayê ev tişt ji xwe re nekin mînak. Şerê navneteweyî yê PKK’ê ne di nav hiqûqa cezayê navneteweyî lê divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî were nirxandin. Dadgeha Brukselê jî wisa nirxand.”

Paech got ku “Qedexeya li ser PKK’ê siyasî ye û biryareke wisa ye ku alîgiriya hikumeta Tirkiyeyê dike. Li Elmanyayê li hemberî Kurdan dozên 129a/b hene û ev biryara hikumeta federal e. Hikumet bixwaze dikare vê biryarê bi paş ve vekişîne lê ji ber daxwaza Erdogan didomîne.

Biryara Brukselê wê di parastinan de ji bo alîkariya hiqûqî wê bi kêr were. Divê referansgirtina vê biryarê li ser dadgehan were ferzkirin. Dibe ku hin dadger nexwazin vê biryarê bibînin lê dema çend biryarên erênî were dayîn wê Dadgeha Federal karibe biryara xwe ji ber çavan derbas bike û dibe ku etîka ‘terorê’ ya li ser PKK’ê were rakirin.”