'Wateyeke dîrokî ya peyama Ocalan a ji bo Êzidiyan heye'

Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidî nirxand û got, "Peyama Ocalan ji bo Êzidiyan xwedî wateyeke dîrokî ye."

Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo diyar kir, hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin gelekî hêja ne. Herbo destnîşan kir, peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidî ji bo gelê Şengalê gelekî bi wate ye û got, "Nameya ku Birêz Ocalan nivîsî civaka Êzidî û saziyên Êzidî kêfxweş kir. Ji bo me wateyeke xwe ya cuda heye. Tecrîdkirina Ocalan bi berxwedana gel û pêşengiyeke mezin hate bidawîkirin.

Di hevdîtinan de silavên xwe li civaka Êzidî kir. Ji bo me Êzidiyan dîrokeke nû tê nivîsandin. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo xwedî li civaka Êzidî derket û bi berpirsyarî tevgeriya. Civaka Êzidî di qonaxeke mezin re derbas bû. Komkujî, ferman, qirkirina bawerî, ziman û çandê li me hate kirin. Peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidî gelekî hêja ye. Azadiya Êzidxanê ji bo Ocalan esas e."

'EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN'

Herbo diyar kir di nava civaka Êzidî de gelek komkujî, qirkirin, her wiha berxwedan û lehengiyan rû dan û got, "Cihê teslîmiyetê li nava civaka Êzidî nîne. Fermanên ku li civaka Êzidiyan hatine rakirin, ji bo pêşîgirtina li rêxistinbûna civakê bûn. Rê nedidan ku rêberek, û fikrekî azad ji bo civakê derkeve holê. Ev guhertinên ku li herêmê pêk hatin, bi taybetî di salên 1990 û dîsa piştî sala 1997’an nêrînên Serokatî gihiştin civaka Êzidî. Di wan nêrînan de derketin holê ku pêwîstiya civaka Êzidî bi rêxistinkirinê hene. Her wiha pêwîstî bi xweparastinê heye. Hêzên desthilatdar ên herêmî rê nedidan ku civaka Şengalê xwe bi rêxistin bike, rê nedinan pêşeng û tevgera azadiyê pêşî li fermanan bigirin. Piştî ku li Iraqê rejîma Seddam Huseyîn hate hilweşandin, li herêma Şengal û Êzidxanê hinek şiyarbûn derket holê.

Deshilatdarên heremê her tim ji bo xwe rêxistinkirinê destûr ne didan. Ji ber teqîna Sêba Xidir û Til Êzir çêbû, di wê demê de jî Serokatî em hişyar kiribû. Wê demê El-Qaide li Iraqê xurt bû. Dixwestin civaka Êzidxanê tune bikin. Li ser civaka Êzidxanê heta 2014'an desthilatdariyek hebû. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser Şengalê serwer û desthilat bû. Bi rojekê jî derfet ne didan ku civaka Êzidxanê xwe rêxistin bike, tevî ku DAÎŞ sala 2014'an li heremê belav dibû, dema ku diket Mûsil, Tel-Aferê her der dagir kir."

Herbo destnîşan kir ku wê li dijî her cûre êrîşan civaka xwe biparêzin.

'BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA SIWARIYÊN AZADIYÊ'

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo herî dawî destana Derwêşê Evdî û peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidxanê nirxand û got: "Dema ku DAÎŞ kete Şengalê, bi pêşengtiya 12 siwariyan li Şengalê lehengiyên mezin hate kirin. Piştî fermana li Şengalê civaka Êzidî xwe bi rêxistin kir. Hêza leşkerî hate vakirin, gelek sazî û dezgeh hatin avakirin. Ji bo careke din ferman pêk neyê û bi hezaran jin, zarokên Êzidî neyên revandin, piştî fermanê bi tevlîbûna xort û keçên Êzidxanê Hêzên Parastinê yên Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate avakirin. Bi sedan keç û xortên Kurdistanî li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, berxwedaneke dîrokî raber kirin. Ev berxwedan heta rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê berdewam kir. Ji bo Şengalê berxwedana ku hate kirin di roja me ya îro de ya ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan behsê dike, ev rastî ye. Bêguman divê civaka azad hebe. Civak xwe bi xwe bikare ku xwe rêxistin bike. 

'WÊ DESTANA DERWÊŞÊ EVDÎ YA SEROK QALA WÊ DIKIR TIM ZINDÎ BE'

Em peyama Ocalan bi qedir û dîrokî dibînin. Em civaka Êzidî heta tifaqa xwe çênekin heta xwe birêxistin nekin, em ê ji fermanan rizgar nebin. Em civaka Êzidî divê vîna xwe ya civakî, siyasî û ji bo xweseriya Şengalê xurtir bikin. Em dixwazin xewn û xeyalên Rêbertî di Şengaleke azad de pêk bînin. Di peyama Rêber Ocalan de tişta balkêş destana Derwêşê Evdî ye. Di roja me de destana Derwêşê Evdî tê zindîkirin. Bi rêxistin û berxwedanê wê her tim desta Derwêşê Evdî ya li Şengalê zindî bimîne."