Villo Sigurdsson: PKK tevgereke azadiyê ye

Şaredarê berê yê Kopenhagenê Villo Sigurdsson ragihand ku yek ji şertên herî girîng û pêşîn ên aştiya li Rojhilata Navîn derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ye û got, "PKK tevgereke azadiyê ye.

Şaredarê berê yê paytexta Danîmarka Kopenhagenê Villo Sigurdsson yek ji hezar rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarî ye ku ji bo PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin îmze da. Yek ji wan kesên destpêkê ye ku îmzeya xwe danî binê vê daxwazê.

Villo Sigurdsson ê Danîmarkî ku sala 1944'an li Tehranê ji dayik bû, diyar kir ku PKK tevgereke azadiyê ye û got, "PKK wê weke tevgereke azadiyê ya çekdar bê pênasekirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de mîna ANC a li Efrîkaya Başûr û BOPA ya li Danîmarkayê."

Sigurdsson anî ziman ku têkoşîna navbera PKK û artêşa Tirk pêwendiya xwe bi terorê re nîne û got, "Li gorî analîstên leşkerî pevçûn şerekî bi rêk û pêk e û di şer de jî pîvanên şer ên navneteweyî bi cih têne anîn. Sedema esasî ya hiştina PKK'ê di lîsteyê de, endametiya Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê ye. Lê belê rejîma Tirk kir ku DYE û Yekîtiya Ewropa PKK weke terorîst îlan bikin. Tirkiye endamekî NATO'yê ye. Pêwîstiya dewletên Rojavayî li dijî Rûsya û dijminên li Rojhilata Navîn bi tifaqa bi Tirkiyeyê re heye."

ŞERTÊ HERÎ GIRÎNG Ê AŞTIYÊ DERXISTINA PKK'Ê JI LÎSTEYÊ YE

Damezrînerê Solidarisk Alternativ û endamê Desteya Rêveber a Socialdemokratiet û Venstresocialisterneyê Villo Sigurdsson diyar kir ku li Asya, Efrîka, Emerîka Başûr, Awûstralya, Kanada û Meksîkayê PKK weke 'terorîst' nayê dîtin û bi bîr xist ku PKK tenê ji aliyê Tirkiye, DYE û Yekîtiya Ewropayê ve weke 'terorîst' hatiye pênasekirin.

Sigurdsson destnîşan kir ku yek ji şertên pêşîn û herî girîng ê aştiya li Rojhilata Navîn ew e ku PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin û bal kişand ser kiryarên kêfî û derveyî hiqûqê yên ji ber qedexeya li ser PKK'ê li dijî Kurdan têne kirin: "Heta ku DYE, Yekîtiya Ewropa û Tiriye PKK'ê weke terorîst pênase bikin wê têkoşîna demokrasî û mafên mirovan a Kurdan dewam bike. Ji bo aştiyê divê danûstandin bêne kirin û mîna partiyên siyasî hemû bê qebûlkirin ku PKK jî tevlî nava jiyana siyasî bibe. Ji ber vê yekê jî siyasetmedar û saziyên navneteweyî divê ji bo doza PKK'ê bixebitin."

Sigurdsson işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku divê tecrîd bi dawî bibe. Sigurdsson diyar kir ku siyasetmedar û saziyên navneteweyî jî ji bo bidawîkirina tecrîdê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û Ocalan bêşert bê berdan.