Bi strana 'Vejîna Zeytûnê' piştgirî dan Efrînê

Di salvegera dagirkeriya Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, hinek hunermedên Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Efrînê re stranek nû amade kirin.

Hunermendên Kurdistanî bi berhema bi navê ‘Vejîna Zeytûnê’ ya ji aliyê Mesûd Fethî ve hatiye nivîsîn û dengbêjiya Necla û Cengiz Yazgî hate pêşkêşkirin. Karê Muzîkê ji aliyê Afşîn û derhênerê wê jî Firmêsk Mihemed kiriye.

Di salvegera dagirkeriya Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve ev berhem bi rêya dezegeha ‘Nawext’ ve hate belavkirin.

‘BI HUNERÊ DAGIRKERIYÊ NEDIN JIBÎRKIRIN’

Li ser belavkirina ‘Jiyanewey Zeytûn’ dezgeha belavkariyê ev tişt got: “Ji bo ku zordarî asayî nebe û neyê jibîr kirin, pêwîste berdewam bê bibîr xistin û bi taybet di qada hunerê da bê tomar kirin. Ji ber ku bi bêdengiya li hember zordariyê metirsiya vê heye ku ji bîra me biçe ku dagîrkeriyek heye û cihê zordar û bindestan bê guhertin û dagîrker xwe weke rizgarker nîşan bidin.

Efrîn mînaka dawiya wê dagirkeriyê ye û nabe huner li hember wê dagîrkeriyê bêdeng be, ev berhem hewldaneke ji bo vî şerê li dijî jibîrkirinê ye, tenê hewldaneke.”