Vegera Hêvî

Di mehên destpêkê yên birîndariya xwe de bi jiyanê re têkoşiya, bi biryardarî li ber xwe da, mîna salên xwe yên têkoşînê... Bi coşa mayina li jiyanê ji bo hevalên xwe, mîna navê xwe bû hêvî.

Ji ber birînên xwe hinekî xwevegirtî, bêdeng û carna jî bi hêrs bû... Yên ku salên dawî ew nas kirin dibe ku bi vî alî ve nas kirine yan jî dîtibin, lê belê ew çavkaniya hêviyê, têkoşînê û berxwedanê bû. Di bin bêdengî û rewşa wê ya xwevegirtî de hêrseke bi biryar a Apoyî hebû. Hêvî aliyê me yê bi hêrs bû, hêviya me ya bi hêrs bû... Zêde ji Ewropayê hez nekir ku ji bo tedawiyê hatibû. Timî difikirî ku demek ji ya din zûtir rehet bibe û li koka xwe, li Rojava, li welatê xwe vegere. Piştî lêgerîna li jiyaneke bi wate de ya jiyana şoreşgerî ya 18 salan, bi gotina Aborjînan 'li mala xwe vegeriya'...

Li warê çand û baweriyan li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bûbû. Dema ku şer giran bû û dijminatiya dewletê ya li Kurdan sor bû, bi malbatî koçî Stenbolê kiribûn. Hêvî sala 2002'an têkilî bi têkoşîna azadiyê re danî heta birîndarbûna xwe ya sala 2015'an li welatê xwe, li Kurdistanê bi kelecanî şoreşgerî kir.

***

Sala 2015'an dema ku li Rojava li dijî kesên ku ruhê wan tarî bû şer dikir, bi giranî birîndar bû lê tevî vê yekê jî xwe li jiyanê girt û ji aliyê mirovên ew nas dikir ve weke 'mûcîzeyê' dihate binavkirin. Di mehên destpêkê yên birîndarbûna xwe de ji bo jiyanê têkoşiya, li ber xwe da, bi biryardarî, mîna salên xwe yên têkoşînê... Biryardarî, israr û coşa wê ya ku dema birîndar bû ji bo jiyanê nîşan da, ji bo hevalên wê mîna navê xwe bû hêvî. Ji bo Nûpelda, Şîlan, Zîlan û gelek hevalên wê demê pê re man, bû hêvî û çavkaniya sûdwergirtinê. Hevala wê Nûpelda bi vê gotinê rewşa wê vedigot, "Biryardariya wê, kêfxweşiya wê ya jiyanê û israra wê ya vegera li têkoşînê bawerî da min ku ez jî dikarim birînên xwe bipêçim. Ne tenê navê wê, ew bi xwe jî ji bo me bû hêvî..."

Bi wî dilê xwe yê mezin ê li nava bedena xwe ya biçûk, her tim li pey bedewiyê bû... Ewqas emeliyatên ku lê hate kirin gelekî zor dabûn wê. Dibe ku bedena wê nekarî zêde vê rake, lê belê em ji we re qala wê ya beriya birîndarbûnê bikin... Ev vegotin wê berê we bide rêwîtiyeke hêvî, hezkirin û hesretê, ji ber ku Hêvî li wir veşartî ye.

***

Jineke têkoşer ya bi serpêhatiyan tijî bû... Eger hûn bipirsin ku jiyana têkoşer çawa ye; em ê jî bêjin, li çeperên li çiya, deştên Kurdistanê binerin... Hêvî tenê yek ji bi hezaran jinên li vê derê ye, lê belê hevgirtina hemûyan e... Bi têkoşîna xwe ya li dijî artêşa çeqalan bi xurtî têkoşiya, dîrok nivîsand û bi vî rengî li nava her mirovên xwedî wijdan bû cihê hurmetê, hezkirin û heyrantiyê...

Hêvî Gabar... Jineke evîndara çiya û Gabarê... 4'ê Nîsana 2004'an li Çiyayê Şehîd Harûn ê Qendîlê bi komek ji serpêhatîperestan re soz dabûn hev; "Em ê belav bibin, em ê biçin, em ê têbikoşin, lê belê 4'ê Nîsana 2020'an em ê li vir, li vî çiyayî careke din li hev bicivin..."

Yên ku li wir soz dan hev bi rê ketin... Devrîm, Baz, Tevger, Jindar, Agir, Dîrok û Serdem di dem û cihên cuda de ketin hembêza xakê... Yên mayî jî li gorî wê sozê jiyan, têkoşiyan... Ev hevdîtina ku ji bo 4'ê Nîsana 2020'an biryar li ser hate dayin, ji ber şert û mercên têkoşînê li cihê ku soz lê hate dayin pêk nehatibe jî rêyek ji xwe re dît û rewş û derfetekî parvekirinê afirand...

Hêvî di nava vê parvekirinê de navê xwe li nava serpêhatîperestan, li nava çiyageran nivîsandibû: "Em zanin ku hin cih û dem ji ber wesfa xwe şopeke kûr li mirovan dihêlin. Ji bo min jî du dem hene ku hiş û kesayetiya min ava kirin, qewîn kirin. Yek jê li gundê min ku min şensê jidayikbûnê lê nedît û du salên piştî zarokiyê bû, yê din jî dema min a li Ş. Harûnê ya salên 2003-2004 bû. Di kûrahiya hestên xwe de li min welê tê ku mîna ku ez ji van her du serdeman pêk têm... Kêlî û dema ku dikarim bêjim 'ez jiyam' ew serdem bûn. Dost û hevrêyên ku xwedî xewn û xeyala xwegihandina vê rojê bûn, lê nekarîn xwe bigihînin bi hesret bi bîr tînim û hemûyan bi hezkirin hembêz dikim."

***

Sala 2004'an xatir ji çiyê xwest û ji bo karên ciwanan vegeriyabû metropolan. Li cihê ku çû, li nava mirovên ku xwe gihande wan, bandor dikir û xwe dida hezkirin. Lê belê wê ji çiyê û ji çiyageran hez dikir, bêriya wan dikir, li wan digeriya. Kêliya ku hesret bi dawî bû hatibû...

Sala 2006'an ji nû ve xwe gihandibû hevrêyên xwe, xwe gihandibû Qendîlê. Dîsa dem hatibû ku berpirsyariyê bide ser milê xwe û vegere. Li Îranê ku weke qada derbasbûnê bi kar dianî hatibû destgîrkirin, salekê girtî mabû. Li zindanên rejîmê ya zordar û dijminê jinê, jinên girtî yên pê re ma bi rêxistin kir û dest bi greva birçîbûnê kir. Di sohbeteke xwe de bi ken qala wê yekê dikir ku jinên Azerî, Fars û yên ji gelên din bêyî ku bi zimanê wan zanibe çawa bi rêxistin kiribû. Îranê piştî girtina salekê Hêvî radestî Tirkiyeyê kir. Hêvî zêdeyî salekê li girtîgeheke Tirkiyeyê hate hiştin. Dema ku hate berdan têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir.

Lêgerîn û têkoşîna xwe vê carê biribû qadeke cuda. Ew êdî rojnamevanek bû ku li dijî derewan û şaşitiyê, bûbû parêzvana rastiyê. Hêvî ku gelekî xweş bi Kurdî diaxivî, li vir nûçe dinivîsand, edîtorî dikir. Li gelek deverên ku edîtorî lê kir, cihê xwe di dilê hevalên xwe hemûyan de girtibû. Li Amedê her kes hînî vê rojnamevana biçûk a şoreşger bûbû. Dewleta Tirk gefa girtinê lê xwar. Mîna ku ev yek bi dilê wê bû, bi kêfxweşî Adara 2011'an careke din berê xwe da qadên azadiyê.

***

Coş û kelecana xwe gihandina çiyê û çiyageran bi qîrînê nîşan dabû, ji ber ku wê careke din neçûbûya wan deverên ku nedixwest, wê li devera ku dixwest bima û têbikoşiya. Salên bihata wê lêgerîn û serpêhatiya xwe li Rojavayê Kurdistanê dewam bikira.

Ew şoreşgerek bû ku di bedena xwe ya biçûk de serketinên mezin afirand, jineke têkoşer û şervan bû... Ew yek ji fedakar û lehengên bênav ên şoreşa jinê ya li Rojava bû...

Hevrêya wê Agirîn dibêje, "Mayina li nava yekîneya wê, cihgirtina li nava têkoşîna ku ew jî tê de bû, mîna rûmetekê bû..." Bi dewamî dibêje, "Li devera ku Hêvî lê bû her tim coş, kelecan, biryardarî û hezkirina hevrêtiyê hebû..."

Hêvî li dijî çeqelên tarî 'artêşa temsîlî' ya dewleta Tirk li eniyê cihê xwe girtibû. Li dijî çeqelên ku bi fermanê dihatin şerkirin, Hêvî têdikoşiya. Di havîna 2014'an de li eniya Til Koçerê dema ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikir ji lingê xwe birîndar bû. Piştî ku hate dermankirin bi lez û bez cihê xwe li nava hevalên xwe yên li çeperê girtibû. Bi biryardariya xwe hem navdar bûbû hem jî her kes bûbû heyranê wê.

Di têkoşînê de qet teredût nedikir. Hêviyên mezin ên hevalên xwe li bedena xwe ya biçûk bi cih kiribû. Mîna siwariyekê bû ku timî dikeniya û çavên wê dibiriqîn. Piştî ku birîndar bû bi salekê vê carê sala 2015'an li eniya Serêkaniyê bû. Coş, kelecan û biryardariya wê qet neguherî bû...

Şervanên azadiyê yên ku wê salê li Kobanê li ber xwe dan, li dijî êrişên DAÎŞ'ê serketineke mezin ragihandibûn. Şervan ji aliyê Serêkaniyê û Kobanê ber bi Girê Spî ve bi pêş ve diçûn. Deverên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin dagirkirin yek bi yek dihatin azadkirin. Rojên dawî yên bihara 2015'an bû. Hêvî ku wê demê li nêzî Serêkaniyê bû, ji ber teqîna mayina DAÎŞ'ê birîndar bûbû. Birînên wê ewqasî giran bû, rizgarbûna wê ya bi rengê mûcîzeyê, jiyana wê ya heta vê demê biryardarî û hezkirina ji jiyanê dabû hevalên wê.

***

Hêvî li çiyê, li bajêr, li kolanan li dijî dijmin li ber xwe da. Di salên xwe yên dawî de jî li dijî mirinê li ber xwe da û gelek caran mirin têk bir: Ji emeliyatên ku doktoran digotin 'nikarin jê rizgar bibe' timî rizgar dibû. Rêwîtiyên ku dihate gotin 'Bi wê gelekî giran e, nikare bi ser bikeve' timî bi ser ket. Bi hêviya vegera li xakê bi biryardarî jiya.

Hêvî name dinivîsand, nivîs, helbest, rojnivîsk dinivîsand, carna helbest dixwend, carna jî distira. Li şahiyên moralê yên li nava hevrêyên xwe govend digerand, helbest dixwend, pêşkêşî dikir... Bi vî aliyê xwe helbestvanek bû ku xwendevanên xwe 'kêm' bû, hunermendek bû ku guhdarên xwe 'bijarte' bû û şoreşgerek bû hezkiriyên wê gelek bû...

Li gundê Bagyaka yê Stewr a Mêrdînê ku tenê du salên zarokatiyê lê bû, weke evîndara çiyê û hevrêyan weke Hêvî Gabar vegeriya. Aborjîn dibêjin, "Em mêvanê vê demê ne, mêvanê her cihî ne. Em tên û diçin. Armanca me çavdêrî ye, hînbûn e, mezinbûn e, hezkirin e û piştre vegera li malê ye..." Hêvî weke kulîlkeke bi heybet a baxçeyê gelan, bû keçeke Kurd a çavdêrî dikir, hîn bû, mezin bû, hate hezkirin û vegeriya "mala xwe..."

Weke şagirteke şoreşger a Rêber Apo wê di nava 18 salên têkoşînê de berpirsyariya xwe bênavber bi cih anî; ya li pey wê maye jî dîroka bê nivîsandin e... Divê bê zanîn, ne yên ku xwedî hukm in, lê belê yên li ber xwe didin dîrokê dinivîsînin... Ew hevala biçûk û şîrîn hevala Hêvî ji berxwedêran bû.

Ji bo hevrêya stêrkan ji bo Hêvî, dayika wê Hizna wiha got, "Ew mîna aveke paqij bû."