Vegera DAÎŞ'iyan di ser Tirkiyeyê re, di rojeva Swêdê de ye

Medya, sazî û siyasetmedarên Swêdê vegerandina DAÎŞ'iyên li girtîgeh û kampên li Sûriyeyê xistin rojevê.

Bîtte Hammargren yek ji rojnamevanên xwedî tecrûbe ye ku bi salan li rojnameya Svenska Dagbladetê nûçegihaniya Rojhilata Navîn kiriye. Demeke li Enstîtuya Lêkolînê ya Parastinê ya Swêdê û li Enstîtuya Polîtîkaya Derve ya Swêdê weke pisporê Rojhilata Navîn wezîfeyê dike.

Lêkolînên xwe yên berfireh ên li ser DAÎŞ'iyên li girtîgeh û kampên Bakurrojhilatê Sûriyeyê li 'Magazîna Derveyî Welat' a Enstîtuya Polîtîkaya Derve hate weşandin.

Hammargren diyar kir ku jin û zarokên DAÎŞ'î yên welatiyên welatên Skandînavyayê ne dema dawî bi bertîl û rêbazên cuda di ser Tirkiyeyê re vegeriyane û têkildarî DAÎŞ'iyên li kampa El Holê daxuyanî û analîzên berfireh kir.

Rojnamevan Hammargren ragihand ku li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala 2019'an li kampê 70 hezar kesên di bin 12 salî re hene û kamp di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê de ye.

Hammargren diyar kir ku li gorî tespîtên Enstîtuya Egmontê, 35-45 mirovên bi temen û 55 zarokên welatiyên Swêdê li kampê ne. Lê li gorî Navenda Enformasyonê ya Rojava 80 jê zarok 120 Swêdî li kampên li Rojava ne, lê hejmara rastî ji vê zêdetir e.

TIRKIYE WELATÊ TRANSÎT E

Hammargren ragihand ku welatiyên Ewropî yên ji kampên li Bakurrojhilatê Sûriyeyê direvin, di ser Tirkiyeyê re digihêjin welatê xwe, Tirkiye der barê wan de tiştekî nake, berevajî ji bo karibin vegerin welatê xwe ji wan re dibe alîkar.

ÊRIŞÊN LI SER BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DI ROJEVA PARLAMENTÊ DE YE

Di vê navberê de di nava 15 rojên dawî de parlamenterên Demokrat ên Swêdê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê xistin rojeva parlamentê. Her wiha ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde xwestin ku bang li Sefîrê Bilind ê Tirk bike û êrişan şermezar bike.