Vaye plana Erdogan a ji bo dagirkirina Efrînê

Tê gotin, rejîma Erdogan ji bo Efrînê dagir bike bazarê bi Esad re dike.

Dewleta Tirk, ku ji bo Efrîn û Şehbayê dagir bike bi Rûsya û Îranê re dide û distîne, plan dike ku êrîşî bejahiya Şehba û Efrînê bike, rejîmê li Efrînê bi cih bike, lê eger jê nehat ku vê bike, wê demê li gorî biryara bi hejmara 2254 a Neteweyên Yekbûyî, Efrînê bixe nava 'herêmên bê şer'.

Serokkomarê Tirk, ku bi dijminatiya xwe ya li Kurdan re dixwaze dest bi dagirkirina Kantona Efrînê û herêma Şehbayê yên Rojava-Bakurê Sûriyeyê bike, tê gotin ku bi rêya Îran û Rûsyayê bazarê bi rejîma Esad re dike. Çavkaniyekî ji Şamê, der barê plana dewleta Tirk de agahî da ANF'ê û got, "Piştî operasyona Reqayê, berjewendiyên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di astekê de gihîştine hev." Çavkanî ragihand, Tirkiye bi rêya Îran û Rûsyayê bazarê bi rêveberiya Esad re dike.

PLANA QIRÊJ A LI DIJÎ KURDAN

Erdogan di hefteya derbasbûyî de gotibû, "Komara Tirkiyeyê wê bi hemû derfetên xwe destûrê nede ku li Bakurê Sûriyeyê dewletek ava bibe" û bi vê yekê re sinyala êrîşek li dijî Efrîn û Şehbayê dabû. Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, li ser vê plana Erdogan ji ajansa me re axivî û got, dewleta Tirk bi rêya Rûsya û Îranê ji bo dagirkirina Efrînê bazarê dike.

ÊRÎŞA JI DU BASKAN VE

Çavkanî diyar kir, hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ji aliyê Rûsya û Îranê ve ji rejîmê re hatiye ragihandin û got, "Li gorî vê planê; hêza leşkerî û komên çekdar ên Tirkiyeyê ku di çarçoveya Mertala Firatê de hin cih dagir kirine, wê êrîşî rojhilatê Efrînê, herêma Şehba, baregeha Minixê û Til Rifatê bike. Çeteyên li Îdlibê jî êrîşî başûrê Efrînê bikin." Hat ragihandin, ku hêzên Tirk jî wê ji ser sînor timî herêmê bomberdûman bikin.

WÊ ZEXTÊ BIKE KU EFRÎN RADESTÎ REJÎMÊ WERE KIRIN

Çavkanî anî ziman, wê hewl bê dayin hêzên YPG/YPJ li Efrînê bên asêkirin û der barê qonaxa duyemîn a planê de jî got, "Wê zext were kirin ku hêzên rejîmê û Rûsyayê li navenda Efrînê werin bicihkirin." Bi vî rengî wê Erdogan navenda Efrînê radestî Esad bike, ku salan jê re digot "Esad ê kujer".

WÊ HEWL BIDIN VÊ YEKÊ BISPÊRIN BIRYARA BI HEJMARA 2254 A NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Çavkaniyê ji me re axivî, diyar kir ku eger hêzên rejîmê nikaribe bikeve nava bajêr wê plana duyemîn bikeve dewrê û di vê der barê de jî got, "Di rewşeke bi vî rengî de, wê di tûra meha Tîrmehê ya hevdîtinên Astanayê de, ku Rûsya, Îran û Tirkiye garantor in, hewl bê dayin ku Efrîn di nava 'herêmên bê şer' de bê bicihkirin. Wê hewl bidin vê yekê jî bispêrin biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254'an û bi vî awayî bixwazin zexta navneteweyî ya li ser xwe sivik bikin."

BIRYARA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÇI YE?

Li gorî biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ku di Kanûna 2015'an de bi yekdengiyê hate qebûlkirin, ji bo agirbesteke lezgîn û çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bang tê kirin. Rûsya, Tirkiye û Îran jî hevdîtinên xwe yên Astanayê ku heta niha çar caran lidar xistin, dispêrin vê biryarê. Di civîna çaremîn de ku di meha Gulanê de hate lidarxistin, li hev kiribûn ku li Sûriyeyê 6 heta 8 herêmên 'bê şer' werin avakirin. Yek ji van herêmên 'bê şer' Îdlib e.

ÇETE DÎSA BÛN AMÛREKE BAZARÊ

Çavkaniyê me, ku hevdîtinên dij bi Kurd ên di Nîsana 2016'an de li Cezayîrê di navbera Îran û Tirkiyeyê de hatin lidarxistin ji me re ragihand, anî ziman ku Tirkiyeyê di çarçoveya plana nû de soz daye ku wê ji bo tasfiyekirina rêxistinên çete yên li Îdlibê ew ê piştgiriyê bide û helwesta xwe ya li dijî Esad jî biguherîne.

MÎNA BAZARA LI SER BAB-HELEBÊ

Erdogan, piştî xistina balafira Rûsyayê di 9'ê Tebaxê de li St. Petersbûrgê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re rûniştibû û di berdêla valakirina Helebê de biryar hatibû dayin ku operasyona bi navê "Mertala Firatê" bide destpêkirin. Pûtîn piştre mikur hatibû ku bazareke bi vî rengî hatiye kirin û ev yek weke "Babê bide, Helebê bigire" hatibû nirxandin.

PIRSÊN DI PLANÊ DE

Li Efrînê bi qasî mîlyonek û nîv mirov dijîn, ku 200 hezar ji van koçber in. Tê gotin, ku di êrîşeke dijî Efrînê de hatiye plankirin ku berê gel bidin Helebê. Çavkaniyê me da zanîn, danûstandin bi giranî bi Rûsyayê re tê kirin û got, "Pirs û pirsgirêka herî mezin, berxwedana Efrînê ye ku xwedî hêzeke ji deh hezaran e. Rîsk heye ku ev şer li qadeke berfirehtir belav bibe. Wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka helwesteke çawa nîşanî vê planê bide, ku yek ji armancên vê planê pêşîgirtina li operasyona Reqayê ye."