UTAMARA, Meclîsa Jinên Êzîdî: Em bi hêrs in, êdî bêdeng namînin

UTAMARA û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî derbarê Onalîa Çendy daxuyaniyek dan û gotin, "Her jina ku tê kuştin, parçeyek ji canê me dibe. Em ji bo Onalia Çendy di şînê de ne. Em bi hêrs in. Em êdî bêdeng namînin!"

Navenda Lihevkombûna Jinan (UTAMARA) û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî derbarê kuştina jina Êzîdî Onalîa Çendy daxuyaniyek dan û gotin, "Em bihêrs in, em êdî bêdeng namînin."

Di daxuyaniyê de kuştina jinan a li Elmanyayê hate bibîrxistin, hate gotin 2018'an li Elmanyayê 122 jin hatine kuştin û nîvê wan ji hêla hevserên wan, hezkiriyên wan ve hatinek kuştin.

UTAMARA û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî gotin, kuştina jinan femînîsîd e, piraniya jinan di malê de hatine kuştin û mal jî ji bo jinan ne cihekî ewle ye.

Saziyên jinan gotin, "Kuştina Onalia Çendy bi vî awayî bûye. Ew 30 salî bûye û çar zarokên xwe dihêle. Onalia Çendy di mala xwe de bi destên hevjînê xwe, bavê zarokên xwe ve hatiye qetil kirin. Mala wê bi xwe jê re ne ewle bûye.

Ev neyê serê ti kesî, ti zarokeke dayîka xwe winda neke. Em ji hemû malbat, nas û dostan re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku di wan demên zor û zehmet de li kêleka wan bin.''

Saziyên Jinan bal kişandin ser tundiya li ser jinê, diyarkirin gelek rê û rêbazên tundiyê hene, kêmkirin, heqaret, hesûdî, lêxistin, êşkence, tecawiz, kedxwarî û hwd. nîşan dan û gotin ya ku dibe sedema kuştina gelek jinan ev tundî ye.

UTAMARA û Sîwana Meclîsa Jinan gotin,''Em jin divê ti tundiyê qebûl nekin, ne li hemberî xwe, ne li hemberî xwîşk û cîran û hevalên we. Ji bo ku em ji vê tundiyê xilas bibin em bi hev re bimeşin. Em hev biparêzin, alîkariya hev bikin.''

Saziyên jinan gotin divê mêr jî ji aliyê xwe ve li dijî tundiya li ser jinê derkevin, bang li jinên Elmanyayê hate kirin ku rabin ser xwe û li dijî tundiyê têbikoşin.

Herî dawî hate gotin,''Ê ku anîn serê te,Onalia Çendy, em ti carî efû nakin û em ti carî ji bîr nakin! Em te bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em hemû jinên ku bi serdestiya mêr ve hatine kuştin, bi bîr tînin.

Bi navê we em têkoşîna xwe ya ji bo hevjiyaneke demokratîk û heqderketina ji her cure serdestiya mêr geş dikin.''