Turkdogan: Ji xeynî komeke desthilatdariyê her kes wekî terorîst tên îlankirin

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan çû serdana Komeleya Rojnamevana a Dîcle Firatê ya ku polîsan girtibû ser û diyar kir ev êrîş nayê qebûlkirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û heyeta pê re ji bo piştgiriyê çûn serdana Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê.

Di 8’ê Hezîranê de li Amedê 20 jê rojnameger 21 kes hatibûn destgîrkirin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû, Berdevka Platfoma Jinên Rojnamevan a Mezopotamyayê Roza Metîna û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz heyeta ÎHD’ê pêşwazî kir.

Turkdogan di serdanê de diyar kir nabe ku mafê gel ê stendina nûçeyan were astengkirin û got “Ji ber nediyariya qanûna ‘Têkoşîna li dijî terorê’ li Tirkiyeyê hemû fikr, civak û siyaseta mûxalif tên sûcdarkirin. Ev tişt bêtir li ser Kurdan tê kirin û tê zanîn ev tişt ji ber çaresernekirina doza Kurdan pêk tê.”

Turkdogan diyar kir ku ji xeynî komeke desthilatdariyê hemû kes ‘terorîst’ tên îlankirin û got “Em hêvîdar in, hevalên me yên hatine destgîrkirin werin berdan û divê alavên dîjîtal ên rojnamevanan jî dîsa teslîmî rojnamevanan were kirin.”

Hevseroka Komeleya Rojnamevana a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû jî diyar kir li hemberî her cure zextan ew dengê jinên li kolanan, dengê ciwanan, krîza ekonomîk û dengê hemû beşan digihînin dinyayê.

Berdevka Platfoma Jinên Rojnamevan a Mezopotamyayê Roza Metîna jî diyar kir li welat beriya her tiştî êrîşî çapemeniyê tê kirin û got “10 saetan Mehmet Alî Ertaş kelepçekirî hiştine. Ev sûcekî li dijî mirovayetiyê ye. Hevgirtin hêzê dide me, em jî diyar dikin çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”