TTB: Em ê têkoşîna demokrasî û azadiyê bidomînin

TTB'ê ji bo Şebnem Korur Fîncanci ya dîl tê ragirtin li Amedê daxuyaniyek da û got, "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina demokrasî, aştî, serxwebûna zanistê, azadiya ramanê û tenduristiya gel bidomînin."

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) têkildarî meha ewil a girtina Seroka wan Konseya Navendî Şebnem Korur Fîncanci ya ku di 27’ê Cotmehê de ji ber daxuyaniyên zanistî yên derbarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li ser Zap, Avaşîn û Metîna de hatibû girtin, li oteleke Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta "Em li cem jiyan û heqîqetê ne. Şebnem Korur Fîncanci rûmeta me ye" hat vekirin de gelek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê amade bûn. Di civînê de dirûşmên "Ji mamoste Şebnem re azadî" û "Mamoste Şebnem rûmeta me ye" hatin berzkirin.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan axivî û bal kişand ser sedama girtina Fîncanci û destnîşan kir ku girtina wê nayê qebûlkirin û got ku girtina wê li dijî mafê mirovan e. Turan anî ziman ku Fîncanci xwedî raboriya rûmeta bijîşkiyek ku têkoşîna mafê mirovan daye ye û got: “Şebnem Korûr Fîncanci rûyê ronakbîriya vî welatî ye. Di şexsê Fîncanci de xwestin ku TTB’ê ceza bikin. Em ê bi heman hêviyê têkoşina mamosteya xwe bidomînin. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye.”