TTB’ê: Em ê li cem Fîncancî bin

Serokê 2'yemîn Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Îhsan Okten diyar kir ku ew bi pispora Tiba Edlî Şebnem Korûr Fîncanci ne, ku ji ber xwest bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn hate girtin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, 26’ê cotmehê li Stenbolê ji ber ku xwestibû agahiyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla de bên lêkolînkirin, hatibû destgîrkirin û girtin.

Ji bo Fîncanciyê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û 7,5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, li ber Navenda Giştî ya TTB'ê ya Enqereyê daxuyanî hat dayîn.

Serokê 2’yemîn yê Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Îhsan Okten bi bîr xist ku di ser girtina Fîncanci re mehek derbas bû.

"Em van destwerdanên antîdemokratîk ên li dijî prensîbên serxwebûna pîşeyî weke çavtirsandina li tevahiya civakê dibînin. Rastiya ku Yekitiya Tabîbên Tirk û odeyên bijîşkî her tim û bi zelalî agahiyên zanistî bi civakê re parve dikin, mîna nexweşiya dawî ya Covid-19, hewldan û gotinên bijîşkan ên ji bo parastina şert û mercên xebatê, bi awayekî eşkere hikûmet bêzar kir. Ger TTB bêdeng be dê tenduristî jî bêdeng be.”

Okten, got ku bi hêza ku ji dîroka rêxistina xwe ya pîşeyî digirin mîna duh dê îro jî li cem Fîncanci bin. Okten, daxwaza berdana Fîncanci kir û wiha bi dawî kir: “Tu heqê wan kesên ku ji bo tenduristiya gel û mafên bijîşkan tiliya xwe jî nalivînin nîne ku derheqê qanûn û pêşeroja TTB’ê de biaxivin. Me soz daye civak û bijîşkan ku dê tenduristî û keda wan biparêzin û mîna duh, em ê îro jî li hemberî tu desthilatdariyan paşvegavê neavêjin. Weke TTB’ê, bêyî ku em guh bidin bê ka kî desthilatdarî ye, mîna di her serdema dîrokê de em ê îro jî ji bo bijîşkan, li gel bijîşkan têbikoşin.”