Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya salvegera berxwedana Kizildere, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildere, manîfestoyeke şer hat nivîsandin. Mahîr Çayan ê digot, 'Em ne ji bo vegerê hatine vê derê, ji bo mirinê hatine' tevî 9 hevrêyên xwe tevlî karwanê nemiran bû.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku ji kadro û milîtanên pêşeng ên THKO û TKHP-C Mahîr Çayan, Omer Ayna, Cîhan Alptekîn, Ertan Sarûhan, Saffet Alp, Nîhat Yilmaz, Hudaî Arikan, Sînan Kazim Ozudogrû, Sabahattîn Kûrt û Ahmet Atasoylar di vê têkoşîna bi şiyara şoreş û sosyalîzmê de meşiyan, tevlî karwanê nemiran bûn.
KIZILDERE LI DIJÎ HER ŞÊWE PAŞVERÛTIYÊ BANGA ŞER E
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Kizildere li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm, faşîzm û her şêwe paşverûtiyê banga şer e û hat gotin, "Em weke şopdarên Kizildereyê, îro li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Gever û gelek herêmên Bakurê Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedana gelên bindest re wan didin jiyîn."
TŞYG da xuyakirin, ku berxwedana Kizildereyê, ji bo Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan xala hevpar a stratejîk e û wiha dewam kir: "Di şoreşa yekbûyî ya Tirkiye-Kurdistanê de cewher, ruh, xet û perspektîfa hevrêyên Kizildereyê hene. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku bi desthilatdarî-hikûmeta AKP'ê re şênber bûye, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi manîfestoya berxwedanê ya Kizildereyê, şerê şoreşgerî yê yekbûyî yê rewa û mafdar bilind dike."
'BI HÊZA JI WAN WERDIGIRIN RE, EM Ê XWE BIGIHÎNIN SERKETINÊ'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ew îro jî rê nîşanî şerê me yê pêngava şoreşgerî ya yekbûyî didin. Bi vê têgihiştinê re Kizildere ti carî ne dawî ye, ew destpêk e.
Em hevrêyên xwe yên beriya niha bi 44 salan tevî hemû dorpêşî û polîtîkaya teslîmgirtinê ya dewletê li ber xwe dan û bi Berxwedana Kizildereyê re tevlî karwanê nemiran bûn careke din bibîr tînin, li pêşberî bîranînên wan ên şoreşgerî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û radigihînin ku em ê bi hêza ji wan werdigirin re şerê xwe yê şoreşger ê yekbûyî ji sedî sed bi ser bixînin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku li binê ala sor a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bicivin, têbikoş in û tevlî şoreşê bibin!"