Trûmp ji bo Nadîa Mûrad got: Gelo Xelata Nobelê daye we?

Serokê DYE’yê Nonald Trûmp bi jina Êzidî ya xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadîa Mûrad re hate ba hev. Di hevdîtinê de derket holê ku Trûmp li ser mijarên ku qala wê dihate kirin, ti agahiyên wî nîne.

Nadîa Mûrad roja Çarşemê di serdana li Washîngtonê de li Qesra Spî bi Donald Trûmp re civiya ye. Mûradî xwest pirsgirêk û daxwazên Êzidiyan bîne ziman û daxwaza piştevaniyê kir. Lê Trûmp ne Mûrad û ne jî li bûyerên ku bi serê civaka Êzidî hatî zanî.

Mûrad a sala 2014’an di dema qirkirina DAÎŞ’ê de ku bi hezaran jin û zarokên keç hatibûn revandin û di mijara bikaranîna kolekirina zayendî de ji raya giştî ya cîhanê re anîbû ziman, sala 2018’an li gel Denîs Kûkwege yê ji Kongoyê hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin.

Piştî demeke kin dîsa Mûrad serpêhatiya xwe vegot û ev tişt anî ziman: “Tevî hemû tiştên hatî serê min, bi cesaret tevgeriyam. Ji bo her kesê vekirî dibêjim, DAÎŞ’ê destdirêjî bi hezaran jinên Êzidî kiriye (…) Tiştekî bikin. Ev tenê malbatekê eleqedar nake.”

Di dema ku Naîda Mûrdî behsa qetilkirina dayika xwe û şeş birayên xwe û windabûna hê 3 hezar Êzidiyan dikir Trûmp pirsa ‘Gelo we Xelata Aştiyê ya Nobelê girtiye? ev tiştekî sersûrman e. Bi çi sedemê da we?’

Mûed daxwaz kir ku ji bo Êzidî vegerin li ser cih û warên xwe zextê li Iraq û hikûmeta Kurd bike ku mercên pêwîst ku Êzidî vegerin bên avakirin, derket holê ku Trûmp agahiya wî ya li ser bûyerên qewimî nîne. Trûmp pirsa ‘Lê DAÎŞ bi dawî bû, niha Kurd û kî?’ kir.

Piştre Trûmp got: “Herêmê pir baş nasdikim.”

Bi heman boneyê Tûrmp ê bi nûnereke ji kêmenetewa Rhîngya re civiya, derket holê ku ti agahiya wî li ser mijarê tine. Nesaxim Rêveberiya DYE’yê bi hinceta ‘paqijkirina etnîkî’ ya li Rohîngayanê biryara guşarê li ser şefê artêşa Myanmar û sê berpirsê wê girtibûn.