Trump çima Tillerson ji peywirê girt?

Serokê DYA'yê Donald Trump, Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson ji peywirê girt. Trump qala lihevnekirina di mijara Îranê de kir.

Dihate gotin ku di navbera Serokê DYA Donald Trump û Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson de alozî hene. Lê belê gelek caran ev li derewê dihate qelibandin. Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku Rex Tillerson ji peywirê girtiye û li cihê wî dîrektorê CIA’yê Mike Pompeo wezîfedar kiriye.

Trump ji bo CIA’yê jî Gina Haspel wezîfedar kir. Cara destpêkê ye ku jinek ji bo vî karê tê wezîfedar kirin.

Serok Dewlet Trump bi vê daxuyaniyê got ku wê Mike Pompeo ‘xebatekî baş’ birêve bibe.

BERIYA HEVDÎTINA BI KORE RE GUHERTINA TÎMÊ

Trump sedemê Rex Tillerson ji peywir girtinê jî daxuyanî da û bi taybet bal kişand li ser dosya Îranê. Trump wiha got; “Me baş li hev dikir, lê aliyên ku me li hev ne dikir jî hebû. Ger em temaşeyî lihevkirina nukleerê ya bi Îranê re binêrin,  ez difikirim ku gelek xirabe, lê ew difikire temam e.”

Li aliyê din Trump diyar kir ku beriya hevdîtinên bi Bakurê Koreyê re dixwest tîma xwe nû bike.

TILLERSON BIXWE NIZANE ÇIMA JI PEYWIRÊ HATIYE GIRTIN

Rex Tillerson jî daxuyaniyek da. Steve Goldsetîn ku yek ji rayedarên paye bilind yê Wezareta Karê Derve ye wiha got; “Wezîrê Karê Derve vê sibê bi Serokê Dewletê re ne axivî û sedemê ji peywirgiritnê nizane”