Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo Kurdî daxwaza statuyê kir

Tora Ziman û Çanda Kurdî ya derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Tora Ziman û Çanda Kurdî ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî hatibû avakirin, derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ku ji aliyê UNESCO'yê ve hatiye îlankirin, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî Baroya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya Kurmancî ji aliyê Endamê Torê Parêzer M. Emîn Aktar û ya Kirmanckî jî ji aliyê Hidir Karataş ve hat dayîn. Aktar, pêvajoya îlankirina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî bi bîr xist û wiha got: "Em Kurd jî wekî miletekî bindest, ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên neteweyî, doza azadiya ziman û çanda xwe dikin."

‘DIVÊ KURDÎ BIBE XWEDIYÊ STATUYEKE FERMÎ’

Aktar, qala hezker û xemxwarên zimanê Kurdî jî kir û got: "Îro jî li ser şopa wan kesên nemir em doza azadiya çand û zimanê Kurdî dikin. Zimanê me hê jî nebûye xwediyê statûyeke fermî, ji hemû derfetên dewletê bêpar e û gelek astengî li pêşiya zimanê me hene. Lewma jî divê zimanê me bibe xwediyê statûyeke fermî û hemû kend û kospên li ber zimanê me werin rakirin. Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazên sivîl û demokratîk têbikoşin.

Em ê bi vê bîr û baweriyê xebatê xwe bimeşînin. Di vê roja girîng de em bang li hemû Kurdên xwenas dikin ku beşdarî vê têkoşîna parastin û geşkirina çand û zimanê Kurdî bibin."

Aktar, herî dawî jî got ku wê îşev saet di 21:00an de bi hastaga #herrojKurdi li ser medya civakî rojevekê bidine avakirin û bang li hemû Kurdên ku medya civakî bi kar tînin kir ku vê hashtagê belav bikin.