Tora fihûş û tiryakê ya ku dewleta Tirk li Nisêbînê daniye

Li Nisêbînê di van mehên dawî de fihûş, tiryak û çetetî zêde bûye. Kesên bi wesayîtên bi plaqeyên biyanî digerin û polîs jinan tacîz dikin û piştî dixin nava tora fihûş û tiryakê, sîxuriyê li wan ferz dikin.

Di van 5 mehên dawî de fihûş û çetetî pir zêde bûye. Li gel ku dema mirov dikeve bajêr li hemû cihan ‘cihên kontrolê’ hatine danîn jî bi hêsanî tiryak dikeve hundir û ev jî nîşan dide ku bi hevkariya polîsan dikeve hundir.

FIHÛŞ TERORA ORGANÎZE YA DEWLETÊ

Yek ji kêşeya herî mezin a navçeyê  xebatên li hin kafeyan e ku tê  bi dewletê ev xebat têne kirin. Di ser wan jinan re ku ne ji Nisêbînê ne û li kafeyan têne şixulandin fihûş tê organîzekirin. Her wiha bi fihûşê re xebatên sîxûrkirinê jî têne kirin. Hemû şop nîşan didin ku organîzator polîs û leşker in.

Jinên bi navê G.K û G.A yên li gundê Kertwênê yê girêdayî navçeyê jinên ciwan ên li taxê û gund dixin û bi polîsên derdorê re didine naskirin. Ev kesên ku pêşî nabêjin ew polîs in, piştî hevnasînê bi zor û zextê wan dikine sîxur.

Her wiha li gundê Girê Mîra jî jineke bi navê S.T bi jinên ciwan ên gund re têkilî datîne, bi hinceta ku wan bi hevalên xwe bide naskirin wan dibe kafeyan, bi polîsan wan dide naskirin û hewl dide ku bi wan re derdora hevaltiyê çêbike.

Hemşîreyeke li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ya ku li beşa Acîlê dixebite bi gotina, ‘hevalên min in’ jinên ciwan bi polîsan dide naskirin, piştre jî vê dike şantaj û wan bi zorê dide xebitandin.

Bi taybetî bi kafeyên li Nisêbînê ev rewş dibe rewşeke sîstematîk. Nadîre Y. Ya AKP’yî navbeynkariyê dike ku li kafeya wan ev xebat werin kirin. Li bajêr di van 5 mehên dawî de wesayitên bi plakayên biyanî gotinan ji jinan re dikin, wan tacîz dikin, tê gotin ev kes berê xwe didin kesên ku rewşa wan a aborî ne baş e.

Bi hinceta GBT’ê polîs jinên ciwan didine sekinandin, agahiyên wan ên şexsî, nimroya telefonên wan û hesabê wan ê medyaya civakî tê xwestin. Jinên ku vî rengî têne tacîzkirin di van mehên dawî de nema dikarin derkevin kuçeyan. Ji bo ku mirov tacîza li navçeyê bibîne û rewşa li kafeyan bibîne mirov rojekê bimîne bes e.

TIRYAK Û FIHÛŞ ÇAWA TÊ ORGANÎZEKIRIN?

Z.Y ya 25 salî dibêje cara pêşî ye ku ew bi rehetî nikare li kuçeyên Nisêbînê bigere û wiha dibêje: ‘’Ez li vir ji dayik bûme. Cara pêşî ye dema ku li kuçeyê dimeşim gotin têne ser min. Tiryak û tacîz di van  5 salên dawî de pir kêm bûbû. Lê piştî ku qedexe rabû pir zêde bû. Êdî ditirsim ku derkevim derve. Çi dema ku derdikevim kesên ku ez wan nas nakim dibînim. Ne diyar e bê ka çi karî dikin lê karê fihûş û tiryakê dikin. Çend roj berê dema ku diçûme dikanê  panzêra ku tim li serê kuçeyê disekine pêşiya min birî û nasnameya min ji min xwest. Min got, ‘ez ji mal nû derketime, ez ê biçim dikanê û vegerim û nasnama ne li ser min e.’’ Vê carê nimroya min ji min xwest. Got, ‘em ê te bibin qereqolê, em ji kû dizanin ku tu kî yî’ û facebooka min xwest. Min hema wiha navêk got û bi lez çûme malê. Min mesele ji diya xwe re negot da ku bûyer çênebe.’’

HIN JINÊN LI TAXaÊ TÊN BIKARANÎN

Z.Y dibêje bi navbeynkariya hin kesan jinên ciwan bi polîsan û memûran re didine naskirin û wiha dibêje: ‘’Hema hema li her taxê ji van jinan hene. Pêşî bi ciwanên jiwan re dibine heval, ‘abla’. Piştre bi van kesan re li kafeyan rûdinin. Dibêjin hevalên me ne, bi polîs û memûran re wan didin naskirin. Rojekê keçeke cîrana me rakirin nexweşxaneyê, ez jî çûbûm.  Min dît polîsên sivîl hatin û bi vê re pir samîmî bûn. Ez şok bûm.Piştre em hîn bûn ku jinên ku li taxê bi başî nayên naskirin ew bi wan re dane nakirin û wiha bûne heval. Ji ber tirsa malbatan her çendî hişkere hev nebînin jî bi taybetî li kafeyan hev dibînin. Piştre min ji keça cîrana xwe min pirsa wê rojê kir, got, polîs ‘’hezkiri’’yê wê ye. Carke dî me hev nedît.’’

TACÎZA POLÎSAN A KU BÛYE SÎSTEMATÎK

T.S dibêje li navçeyê tim rastî li tacîza polîsan tên û dibêje, li pêşniya navçeya Nisêbînê di dema kontrola nasnameyê de gotine, ‘’îfadeya te heye’ ew peya kirine, nimroya telefonê û adrêsa malê jê standine. T.S dibêje piştre bi nimroyeke veşartî çend caran hin kes lê geriyane, xwestin ku pê re hev bibînin û wiha dibêje: ‘’Ev rewş pir hate dubarekirin. Hin kes jî pêşî wan nas deikin û bi hinceta kafeyan û gera li Mêrdînê bi polîs û leşkeran re jinên ciwan didine naskirin. Hin jê dema ku fêhm dikin kesên ku wan nas dikin kîn e naxwazin ku hev bibînin.

Vê carê jî gefa girtinê li wan dixwin û hin jê ji neçarî hevdîtina xwe didomînin. Ez jî li taxê bi keseke bi navê Songul min ew nas kirin. Pêşî Songul xwe bi me da naskirin, nêzî me bû, me jê bawer kir û jê hez kir. Çi karê me bibûya bi me ve dihat. Ji bo ku kar ji me re bibîne digot ew ê bi me re alîkar be. Me jê bawer jî dikir. Ji ber ku xwe pir dixemiland malbata min pir jê hez nedikir. Rojekê hevalê wê hatin cihê ku em lê rûniştin. Me hev nas kir. Piştre min dît ku ev polîs in. Digot, ‘’ev baş in, ji Rihayê ne û yek jê dixwaze bizewice’’ Pêşî tirsiyam, piştî ku çend caran me hev dît me careke dî hew ew dît. Min xeta xwe ya telefonê guherand. Ji tirsa ku wê ziyanê bidine malbata min pir ditirsiyam lê hevalên min tim bi wan re hev dibînin.’’