TKP-ML'ê salvegera damezirandinê ya PKK'ê slav kir

TKP-ML'ê salvegera damezirandinê ya PKK'ê pîroz kir, diyar kir PKK li gel her cure êrîşan jî nekarî were rawestandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em salvegera 43'yan a PKK'ê (Partiya Karkerên Kurdistanê ) bi hîsên xwe yên şoreşger slav dikin, di têkoşînê de û destkeftinan de berdewama serkeftinê dixwazin.''

TKP-ML'ê di peyama xwe de bal kişande ser têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û got, ''Têkoşîna gerîla di dilê gelê Kurd de cihekî kûr daniye. Li Garê, Avaşîn, Behdînan, Zap, Werxelê û li gelek deverên Qadên Parastinê yên Medyayê hêzên TC ya dagirker têne şikandin. Li gel êrîşên kimyewî yên TC'ê jî nekarîn têkoşîna gerîla bişkînin, berevajî derbên giran li artêşa Tirk a faşîst dixin. Her wiha li gel tecrîd û êşkenceyê ku ev 22 sal in TC  li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daniye, Têkoşîna Azadiya Netewî ya Kurd nekarîn ku rawestînin. Li gel zet û zordarî, girtin û êşkenceya li ser rêxistiniya demokratîk a neteweya Kurd jî nekarîn qêrîna gelê Kurd a li kuçeyan bi paş ve bibin.''