Tirkiyeyê sûcekî din ê şer kir: Ava çemê Firatê birrî!

Dewleta Tirk ku li Bakurê Sûriyeyê dagirkerî û gelek komkujî kir, niha jî avê weke çekek şer bi kar tîne. Ji ber ku ava çemê Firatê birrî, şêniyên Tebqayê tengav bûne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ji ber ku dewlet Tirk ava Çemê Firatê birrî ye, rojê 12 saetan elektrîk ji bajarên herêmê re dikare bê dayin.

Li Tebqayê ji ber kêmaniya avê zevî li ber ziwabûnê ne. Ev êrîşa li derveyî mirovahiyê bandoreke giran li karsazan jî dike.

Karsaz neçar dimînin jeneratorê bi kar bînin û ev jî mesrefê zêde dike.

Ji esnafên bajêr Mûstafa Ehmed El Hisên diyar kir ku piştî bajar ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin rojên xweş û aram li wan vegeriya û got, "Lê belê ji ber polîtîkayên dewleta Tirk av û elektrîk kêm bûye û ev jî bandoreke neyînî li gel dike."

El Hisên da xuyakirin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û got, "Ji ber birrîna ava çemê Firatê elektrîk kêm bûye. Ev jî bandoreke nebaş li karê me dike."

Esnafê bi navê Xalid El Imêrî jî diyar kir ku hemû karsazên li bajêr neçar in jeneratorê bi kar bînin û got, "Bandora neyînî ya li ser aboriyê li aliyekî, dengê zêde yê jeneratoran şêniyên bajêr gelekî aciz dike."