Tirkiyeyê îddîa kir ku li Îmraliyê binpêkirinên mafên mirovan tune!

Saziyên civakî yên sivîl ji bo biryara binpêkirina mafan a ku Tirkiye li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên dike, têkeve rojeva Konseya Ewropayê serlêdanek kiribû. Tirkiyeyê îddîa kir ku ji sala 2009’an û vir ve binpêkirinên mafan tune.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo ku biryara li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Ciwan Boltan a ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê ‘cezayê girtîgehê ya muebet a girankirî’ têxe rojeva xwe di 29’ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû. Tirkiyeyê di 7’ê Îlonê de bersiv da.

Saziyên sivî di serlêdanê de diyar kiribûn DMME’yê derbarê Abdullah Ocalan, Hayatî, Emîn û Ciwan bêyî îxtîmala berdana bi şert cezayê wan ê muebeta girankirî li dijî xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û diyar kiribûn bila komîte vê meseleyê têxe rojeva civînên xwe yên heftane yan jî 3 mehane.

Di serlêdanê de hatibû diyarkirin di 15’ê Nîsana 2020’an de Qanûna Înfazê ketiye meriyetê û bi vê qanûnê re rêya serbestbûn û hêviya serbestberdanê jî namîne.

BI TENÊ QALA ŞERTÊN ÎMRALIYÊ HATE KIRIN

Tirkiyeyê di 7’ê Îlonê de bersiv da, qala rapora CPT’ê ya di 16-17’ê Çileya 2013’an  de kir û îddîa kir ku li Îmraliyê miameleyeke xerab tune. Tirkiyeyê nexwest tespît û pêşniyazên saziyên civakî bibîne û bi tenê şertên Îmraliyê yên di raporên CPT’ê de ji xwe re kir esas.

Tirkiyeyê îddîa kir ku li Îmraliyê tu binpêkirinên mafan tune lê ji hevdîtina di 27’ê Tîrmeha 2011’an  de ya bi Ocalan heta 20’ê Tîrmeha 2016’an hemû hevdîtinên ‘muwekîl-parêzer’ bi hincetên wekî ‘keştî xera bûye’ û ‘rewşa hewayê ne xweş e’ asteng kir. Piştî sala 2011’an Ocalan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi giştî 5 caran bi parêzerên xwe re rûnişt.

PIŞTÎ SALA 2009’AN BINPÊKIRINÊ MAFAN TUNE!

Tirkiyeyê di bersiva xwe de diyar kri ku binpêkirinên mafan beriya 17’ê Mijdara 2009’an e û îddîa kir piştî vê dîrokê tu binpêkirinên mafan nehatiye kirin.