'Tirkiye nikare bi biryarnameyekê ji Peymana Stenbolê vekişe'

Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn bang li jinan hemûyan kir ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.

Tirkiye di 20'ê Adarê de bi Biryarnameyeke Serokkomar ji Peymana Stenbolê vekişiya. Li gorî daneyên 'Platforma em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' di nava meha Adarê de 28 jin hatin qetilkirin, 19 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vûrgûn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Ozum Vûrgûn bi bîr xist ku di bingeha Peymana Stenbolê de doza Nahîde Opûz a li Amedê heye û got, "Dozeke ku parêzerên wê Meral Daniş Beştaş û Mesût Beştaş bûn. Di doza Opûz de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di tundiya dijî jinê de Tirkiye mehkûm kir û Tirkiye bû yekem welat ku ji vê yekê berpirsyar hate nîşandan. Yê ku daxwaza peymanê kir Tirkiye ye û Tirkiyeyê bi xwe mohra xwe danî binê peymanê."

Ozum Vûrgûn anî ziman ku Peymana Stenbolê li gel redkirina tundiya li dijî jinê, her wiya tundiya li nava malbatê jî bi dawî dike û got, "Peymana Stenbolê yekemcar tundiya li dijî jinê weke binpêkirina mafên mirovan û cihêkariyê pênase dike û red dike."

'TIRKIYEYÊ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH NEANÎ'

Ozum Vûrgûn diyar kir ku Tirkiyeyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişandiye, lê belê 10 sal in ji xwe berpirsyariyên xwe bi cih neaniye û got, "Ji ber ku Peymana Stenbolê berpirsyariyê dixe stuyê dewletê. Dibêje ku berpirsyarî ya dewletê ye ku nikare welatiyên xwe biparêze. Lê belê li şûna ku dewlet vê bike, tundiya li dijî jinê zêdetir bû û veguherî qirkirina zayendî. Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke welê ye ku yên ne ji xwe sûcdar dibîne û peymanan betal dike. Weke hincet jî îdîa dike ku peyman 'pergala malbatê' xera dike. Di vir de divê mirov malbaê nîqaş bike. Eger dewlet kesekî ku hevsera xwe, keça xwe kuştiye tenê ji ber ku gravat xistiye stuyê xwe biryareke erênî ji kiryar re dide, yan jî eger jineke ku destdirêjî lê hatiye kirin bi gotina 'kirasekî kin li xwe kiriye' biryarê ji bo kiryar dide, hingî ev dewlet zîhniyeta xwe ya nêr radixe pêş çavan. Dewlet destketiyên jinan ji nedîtî ve tê. Peymana Stenbolê ya ku bi doza Nahîde Opûz dest pê kir, ji bo jinên li Tirkiyeyê û cîhanê destketiyeke. Em qala zîhniyeteke welê dikin ku têkoşînê tune dihesibîne. Êdî li Tirkiyeyê biryarnameyên şevê hene. Destberdana ji peymaneke navneteweyî bi rêya biryarnameyê, zîhniyeta yek şexsî, zîhniyeta mêr radixe pêş çavan. Piştî ku peyman hate betalkirin, tundiya mêr jî zêde bû."

Ozum Vûrgûn bi bır xist ku li Tirkiyeyê gelek jin di dema parastinê de jî hatin qetilkirin, lê dewletê berpirsyariyên xwe bi cih neanî û got, "Peymaneke me heye, ku me bi têkoşînê bi dest xistin (...) Em li dij in ku hîmê edaletê ji aliyê mêrekî ve bê danîn."

'PEYMANA STENBOLÊ PAŞEROJA JINAN MISOGER DIKE'

Ozum Vûrgûn di dawiya axaftina xwe de got, "Yê ku karê nehiquqî kir Serokkomar û komên li dora wî ne. Destûra Bingehîn gelekî eşkere ye. Ev kiryar li dijî qanûnê ye. Divê em xwedî li vê peymanê derkevin. Betalkirina peymanê li dijî qanûnê ye, peymaneke navneteweyî nikare bi biryarnameyekê bê betalkirin. Em têkoşîna jinan dibînin, li dijî pergala şexsekî çalakiyan dikin, meşan dikin. Jin nerazîbûneke mezin nîşan didin û têkoşîna jinan wê dewam bike. Wezîfeyeke girîng dikeve ser milê hiqûqnasan û endamên çapemeniyê. Eger ev peyman pergala malbata Tirk xera dike, wê demê we çima mohra xwe danîn binî. Ev yek hewldanek xapandinê ye, divê li pêşiya wê bibin asteng. Peymana Stenbolê paşeroja jinan hemûyan misoger dike."