Tirkiye hewl dide Rûsyayê li Qerebaxê tengav bike û tawîzan jê bistîne

Pisporan şerê li Qerebaxê nirxandin û diyar kirin, ku dewleta Tirk hewl dide bi piştevaniya dewletên Rojavayî û NATO'yê li Kafkasyayê Rûsyayê tengav bike û di berdêla vê de jî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tawîzan jê bistîne.

Pirsgirêka bi salan a navbera Ermenistan û Azerbaycanê, li herêma Qerebaxê doh bi şer ji nû ve sor bû. Li herêma Qerebaxê ku di navbera her du welatan de demeke dirêj e pirsgirêk e, dem bi dem şer diqewime. Lê belê ji ber destwerdana yekser a dewleta Tirk û sewqiyata leşkerî ya Tirkiyeyê ya ber bi herêmê ve, şerê vê dawiyê ji şerê beriya niha cihê dike. Herî dawî di 12'ê Tîrmeha 2020'an de di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li herêma Tovrûzê şer qewimî bû û dewleta Tirk hingî gef li Ermenistanê xwaribû û piştigriyeke eşkere ji Azerbaycanê re ragihandibû.

DEWLETA TIRK PIŞTGIRIYA SIYASÎ Û LEŞKERÎ DIDE AZERBAYCANÊ

Dewleta Tirk di şerê doh dest pê kir de helwesteke hîn tund nîşan da û bi hêza xwe ya siyasî, dîplomatîk, leşkerî û propagandayê yekser tevlî vî şerî bû.

Dewleta Tirk li gel piştgiriya xwe ya siyasî her wiha ji aliyê dîplomatîk ve jî bi doktrîna "yek milet, du dewlet" hewl dide tevbigere.

Dewleta Tirk ji aliyê leşkerî ve demeke dirêj de sewqiyatê li Azerbaycanê dike. Meha Tîrmehê piştî şerê li Tovrûzê artêşa Tirk di bin navê "tetbîqata hevpar" de sewqiyateke mezin li vî welatî kiribû.

Her wiha gelek efserên Tirk bi navê 'şêwirmendê leşkerî' li Azerbaycanê ne. Balafirên bêpîlot ên keşfê û yên biçek (ÎHA, SÎHA) yên artêşa Tirk jî li Azerbaycanê ne. Ji xwe tê gotin ku piraniya êrişên doh ji aliyê SÎHA yên Tirk ve hatine kirin.

JI SÛRIYEYÊ BER BI AZERBAYCANÊ VE KORÎDORA CÎHADÎSTAN

Rewşa herî metirsîdar jî ew e ku dewleta Tirk gelek çeteyên cîhadîst ji Sûriyeyê veguhestiye Azerbaycanê. Dewleta Tirk demeke dirêj bû ku ji bo çeteyan ji Sûriyeyê bişîne Azerbaycanê amadekarî dikir.

Li gorî hin qeydên deng ên çeteyan, her wiha hin wêneyên li Enqereyê eşkere bûn, dîmenekî çeteyan ê li eniya herêma Karabaxê, van îdîayan piştrast dikin.

Dewlta Tirk gelek komên bi navê 'Tirkmen' mîna Sûltan Mûrat, Tumena Hamza, Ebû Emşet û Suleyman Şah ên li bakurrojavayê Sûriyeyê, ji Efrînê bir Enqereyê, ji wir jî derbasî Bakuyê dike.

Bi gotineke din, senaryoya korîdora çeteyan a ji Sûriyeyê di ser Derya Spî re ber bi Lîbyayê, niha bi rengê xeta Sûriye-Enqere-Baku, dibe ku Kafkasya be, tê kirin.

Piştî ku ev rewş beriya şer di çapemeniyê de hate weşandin, dewleta Tirk mekanîzmaya propaganda reşkirinê xiste dewrê û dest bi derewa "PKK'î li Qerebaxê ne" kir.

PISPOR ÇI DIBÊJIN?

Hevserokê Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî Arîf Ezmanî û nivîskar-rojnamevanê Kurd Ezîzê Cewo ji ANF'ê re li ser mijarê axivîn.

Pisporên Kurd ku li Rûsyayê ne, diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya pirsgirêka Qerebaxê siyaseta xwe ya tevgera li ser hevsengiyan didomîne û bi vî rengî dikare hewl bide di mijara Sûriye û Rojava de hin tawîzan ji Rûsyayê bistîne.

Arîf Ezmanî rewşa dawî ya li Qerebaxê bi gotina "Şerê li herêmê saet bi saet giran dibe" pênase kir û anî ziman ku şer li seranserê sînorê Qerebaxê diqewime.

Nivîskar-rojnamevan Ezîzê Cewo jî ragihand ku şerê li Qerebaxê lokal nîne û destnîşan kir ku nabe ev şer ji şerê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrînê, li rakêşiya li Derya Spî cuda bê nirxandin.

'LI HER DU WELATAN JÎ PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ HENE'

Arîf Ezmanî diyar kir ku li Ermenistanê rêveberiya Paşînyan û li Azerbaycanê jî rêveberiya Alîyev di nava pirsgirêkên giran ên navxweyî de ne, li hemberî wan muxalefeteke cidî heye û ogt, "Hem Aliyev hem jî Paşînyan dibe ku hestên neteweperestiyê sor bikin û bi vî rengî hewl bidin pirsgirêkên navxweyî binixumînin. Ev rêbaz car carna tê ceribandin. Lê belê şerê vê carê hinekî ji vê astê bilindtir e."

'DEWLETA TIRK YEKSER BÛ ALIYÊ ŞER'

Ezîzê Cewo bi bîr xist ku pirsgirêka Karabaxê 30 sal in nîv bi nîvî cemidî bû, her du welat ji aliyê konjonkturî ve dem bi dem ketin nava şer û diyar kir ku dema dawî dewleta Tirk sewqiyateke cidî li herêmê kir.

Ezîzê Cewo got, "Dewleta Tirk gelek çek da Azerbaycanê, di bin navê tatbîqatên leşkerî de sewqiyat li herêmê kir, ji Sûriyeyê, ji Lîbyayê çeteyan ber bi herêmê ve dişîne. Lê belê eger ne ji zexteke ewqasî giran a dewleta Tirk bûya, dibe ku Azerbaycanê xwe zêde nedabûya ber şerekî wiha. Lewma dewleta Tirk di vî şerî de yekser bû muxatab. Lê belê li aliyê din jî herêmeke ku Rûsya lê serdest e û giraniya xwe heye."

GELO ERDOGAN LI PEY AVAKIRINA 'NATOYA TIRK' E?

Arîf Ezmanî destnîşan kir ku li pişt hewldana dewleta Tirk a li herêmê fikrê pan-tûranîzm heye û got, "Erdogan Cotmeha 2019'an li Bakuyê di konferansekê de fikrekî yekîtiya leşkerî pêşkêş kir ku dikare weke 'NATO ya Tirk' jî bê şîrovekirin. Bêguman Rûsya vî fikrê Erdogan ê belavbûna li komarên Tirkî li dijî xwe weke gefekê dibîne."

Ezîzê Cewo jî got, "Li herêmê bi giştî şerekî nû yê parvekirinê diqewime. Dewleta Tirk bi serkêşiya Tayyîp Erdogan jî di vî şerê parvekirinê de bi xeyalê Osmaniya nû tevdigere. Ji ber vê yekê ji Sûriyeyê heta Lîbya, Iraq, Bakurê Efrîkayê destê xwe dirêjî gelek herêman dike. Belavbûna li Karabaxê, Kafkasya û komarên Tirkî beşek ji vê armancê ye."

'RÛSYA NAXWAZE LI HERÊMÊ ŞER BIQEWIME'

Arîf Ezmanî li ser pozîsyona Rûsyayê ya li hemberî vê plana dewleta Tirk diyar kir ku di nava olîgarşiya Rûsyayê de hêza ku giraniyê dide ser bazirganiya gaz û çekan, naxwaze têkiliya bi dewleta Tirk re xera bibe û ragihand, "Rûsya heta niha hewl dide navbeynkariyê bike û aloziyê kêm bike. Rûsya niha naxwaze li herêmê şerek biqewime. Ji ber vê yekê jî Rûsya niha polîtîkayeke ji bo kêmkirina tansiyonê dimeşîne."

Ezîzê Cewo jî got, "Piştî ku rêveberiya Paşînyan bû desthilatdar, hewl da hîn bêhtir berê xwe bide rojava. Vê yekê jî Rûsya aciz kir. Rûsya mîna ku bêje, 'Bila Rojava ya ku tu berê xwe dide wan bila bê piştgiriyê bide te' hewl dide dersê bide Ermenistanê. Lê bi dîtina min hêzên rojavayî wê ti carî bi piştgiriya Ermenistanê neyê. Yanî yê ku bê Rûsya ye."

'MASE WÊ BÊ DANÎN, LÊ DI BERDÊLA ÇI DE?

Rojnamevan-nivîskar Ezîzê Cewo ji bo şerê navbear Ermenistan û Azerbaycanê got, "Dawiya dawî Tirkiye û Rûsya mîna li Sûriye û Lîbyayê wê li dora maseyê rûnên" û wiha dewam kir: "Ev şer ji bo danîna maseyê qewimî. Lê belê mase wê bi kîjan bazariyê bê danîn. Bazarî wê li ser Karabaxê bê kirin, yan jî wê li ser Sûriye yan jî Lîbyayê bê kirin. Ji bo bersiva vê pirsê divê mirov hinekî li bendê bimînin."

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE TAWÎZAN JI RÛSYAYÊ BISTÎNE'

Hevserokê Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî Arîf Ezmanî têkildarî vê êrişkariya dewleta Tirk got, "Li pişt perdeyê destekî xurt heye ku destekê dide Tirkiyeyê. Bi dîtina min ev dest jî destê NATO'yê û Îngilistane." Bi dewamî got, "Dewleta Tirk di navbera hevsengiyan de baş dilîze. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de ev kir. Niha jî heman tiştî dike. Pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê, ya li Lîbyayê vê yekê nîşan dide. Niha jî di meseleya Karabaxê de hewl dide Rûsyayê mijûl bike, hem piştgiriya NATO'ê û hêzên Rojava bigire hem jî li Lîbya û Sûriyeyê tawîzê ji Rûsyayê bistîne. Bi kûrkirina krîza li Qerebaxê re hewl dide li Sûriyeyê hin tawîzan ji Rûsyayê bistîne. Mîna ku di dema dagirkirina Efrînê de ji bo êrişa li ser Rojava dibe ku hewl dide hin tawîzan werbigire."