'Tirkiyeyê çav berdaye dewlemendiyên Kurdistanê'

Mamosteyê beşa Dîrokê li Zanîngeha Çermo Goran Selam bal kişand ser dewlemendiya xaka Kurdistanê û diyar kir, ku Tirkiye ji bo desteserkirina dewlemendiya Kurdistanê êrîş dike.

Têkildarî dîroka dagirkeriya dewleta Tirk, mamostayê beşa Dîrokê li Zanîngeha Çermo Goran Selam ji  ANF'ê re axivî:

‘KURDISTAN JI ŞERÊ ÇALDIRANÊ Û VIR VE BÛYE QADA ŞER’

“Pêwîste em vegerin dîroka çavsorî û dagirkeriya dewleta Osmanî. Dema ku hoza Turk di sala 1299'an de bi pêşengtiya Ertuxrul li herêmê bûn desthilatdar, bi rêya hozên herêmê û derdor sînorê dagirkeriya xwe berfireh kirin û heta şerê Çaldiranê ya sala 1514’an a li dijî Safewiyan, ji vir û şûn ve Kurdistan ji bo çavsorî û dagirkeriya Tirk bû qada şerek demdirêj û piştî wê Kurdistan di navbera van her du hêzan de bû du parçe.

Piştî sedsala 16'an û şûnde sînorê Kurdistanê gelek caran di navbera van herdu hêzan de hate vekêşan. Li ser xaka Kurdistanê gelek peyman û lihevkirin hatin kirin, ên herî girîng jî ev in; Emasiye 1555, Ferhad Paşa 1590, Nesuh Paşa 1613, Seraw 1618, Sinur 1639, her wiha di salên 1728 û 1731'an de li ser hinek navçeyan li hev kirin, Kurdan 1746, Erziroma yekem 1823, Erziroma duyem 1847’an.

 ‘PEYMANÊN OSMANÎ Û SEFAWIYAN LI SER PARÇEKIRINA KURDISTANÊ BÛN’

Piraniya xalên hevbeş ên peymana her du hêzan li ser sînorê Kurdistanê bûn. Kurdan wek hêzek mirovî û Kurdistanê jî weke sînor, hêza aborî bi rêya bac û mêtingeriyê ve bikaranîne. Hemû peymanên di hatin nûkirin jî girêdayî xaka Kurdistanê bûn. Aliyê Rojhilatê Zagrosan ji bo Safewiyan aliyê Rojavayê Zagrosan jî ji bo Osmaniyan hatibû hiştin. Piştî 1639'an Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi awayek giştî ket bin destê Osmaniyan. Di sala 1847'an de bicihkirina siyaseta Osmaniyan gihişte asta herî jor û biryara hilweşandina mîrîtiyên Kurd kete pratîkê ew jî mîrîtiya Soran, Behdînan, Botan, Hekarî û Baban bûn. Di sedsala 20'an de jî Parêzgeha Mûsil (Başûrê Kurdistanê) bi peymana Sykes Picot ku beşek ji dewleta Osmaniyan ji Fransa re hat hiştin. Piştre ji aliyê Fransa û Brîtanya ve hate desteserkirin. Di sala 1926'an de ji ser bi dewleta Iraqê ku nû hatibû damezrandin ve hate berdan.

Di dema şerê cîhanê yê yekem de dewleta Osmanî hate hilweşandin. Di peymana Sykes Picot di sala 1916'an de herêm ji aliyê Brîtanya, Fransa û Rûsya ve hat parvekirin. Sûriye li gel Mûsil ji Fransayê re hate hiştin û di sala 1919'an de Brîtanya û Fransa lihev kirin ku Brîtanya ji Sûriye vekişe û Fransa jî Mûsil ji Brîtanyayê re hişt. Di 1921'an de Iraq ji Parêzgehên Bexda û Besre pêk dihat. Di sala 1926'an de jî Mûsil bi ser Iraqê ve hat girêdan. Di peymana Sîver ya sala 1921'an de li gorî madeyên 62, 63, 64'an ji bo mafê Kurdan hinek maf hatin nasîn. Lê bi hewldanên Kemalîstan bi peymana Lozanê di sala 1923'an de hat xirakirin. Hewldanên berdewam ên Kemalîstan yên ji bo Mûsil (Başûrê Kurdistanê) bi ser neket û di sala 1926'an de xewna dagirkirina Mûsil ji aliyê Kemalîstan ve hat guhertin.

 ‘ÇAVBERDANA TIRKIYEYÊ YA DEWLEMENDIYA XAKA KURDISTANÊ’

Piştî ku hevpeyman bi awayek serkeftî ji şer derketin û cîhanê kontrol kirin, dewleta Osmanî dabeş kirin. Tevgera Kemalîstan wek hêzek çekdarî di nav Tirkiyê de gelek cih girtin. Xewna serekî ya Kemalîstan jî li ser mîrasê Osmaniyan ava kirina dewletekê li herêmê bû. Ji ber bihêzbûna dewletên bihêz nedikarî hinek herêman dagir bikin. Ji ber wê Kemal Ataturk ji bo alîgirên xwe gotin ku şer bikin, ji bo daxwaza Amedê nekin, ji bo girtina Mûsil şer bikin. Şer bikin ku da Stenbolê winda nekin. Herêma Başûrê Kurdistanê nêzî dewleta Tir ke di hêla erdnîgarî de. Ev herêm gelel stratejiye û xwedî cihên girîng ên wek petrola Kerkûk, rêze çiyayên Qendîl, çiyayê Şengal, rêze çiyayê sînorî yên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û bihêzbûna tevgera Kurd li vê herêmê ye. Tirkiye vê bihêzbûnê ji bo xwe wek metirsî dibîne. Lewazbûna dewleta Iraqê jî vê dagirkeriya Tirk li herêmê zêdetir kiriye. Petrol, gaza xwezayî û gelek kanzayên din ên bi nirx li herêmê , çandiniya herêmê û gelek berhem û dewlemendiyên din yên herêmê bûye sedem ku Tirkiye çavberde vê herêmê û dagir bike.

Di hêla siyasî de jî xwedî qadeke stratejî ye. Ji bo êrîşkirina ser tevgera Kurdî cihek girîng e. Qendîl wek metirsiyek mezin li hember xwe dibîne. Her wiha eger vê herêmê bigre jî dikare weke şantaj li hember Iraqê bikar bîne. Her wiha wê li hember welatên rojava wek şantajek bikar bîne û wê girêdana di navbera tevgera Kurd ya Başûr û Rojhilat de bikar bîne. Her wiha ji ber ku xwe wek nûnerê îslamiya siyasî, îxwan, û cîhana Sûne dibîne, vê herêmê wê li hember cîhana Şîe û Siûdî bi destê AKP bi kar bîne. Lê ev hemû şantaj û armancane diyar dike ku siberojek zelal wê li benda Tirkiyê nebe, wê di demê pêş de ev diyar jî bibe.

Tirkiye di vê siyaseta xwe de wesyeta Ataturk ya di sala 1938'an de ya ji bo dagirkirina Mûsil ku ji bo Serok Wezîrê demê Îsmet Înonu re kiribû pêk tîne. Qaşo li gorî peymana Lozanê mafê destwerdana leşkerî ji bo parastina Tirkmenên Mûsilê ji bo Tirkiyê daye. Ev jî ji bo operasyonên dewleta Tirk bûye bingehek.

Operasyonên wan jî ev in; operasyona sînorê Tirkiye û Iraqê ya sala 1992, operasyona çelîk 1995, operasyona Çekuç 1997, operasyona Berbangê 1997. Di sala 1997'an de rê ji bo Tirkiyê hat dayîn ku hinek baregehên leşkerî li Herêma Kurdistanê veke. di operasyona azadkirina Iraqê ya 2003'an de Tirkiye bi hinceta ewlehiyê sînorê Iraqê derbaz kir. Di 2007'an de parlamentoya Tirkiyê destur da ku operasyona der sînor ji bo Iraqê. 2008'an de operasyona Roj (Guneş) li zapê lidar xist. Piştî referandûma Başûrê Kurdistanê Tirkiye biryar da ku hinek baregehên leşkerî û îstixbaranî lidar bixe. Di wê çarçoveyê de li herêmên Sîdekan, Xakurk û Çiya Dêl dest bi operasyona dagirkeriya Başûrê Kurdistanê kir. Di Newroza 2019'an de operasyona Lep (Pençe) ragihand. Li gorî wê hemû hêza xwe ya leşkerî û îstixbaratî bikar tîne. Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl bi fermî bi kar tîne û sud ji Kurdên xayîn jî werdigre. Heta fermandarê hêzên Tirk a li Çiya Dêl jî Kurd e."