Tîmên bi tevger ên gerîla 5 dagirker ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku tîmên gerîla yên bi tevger 5 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirine. Hate ragihandin ku êrişên hewayî û bejahî jî bênavber dewam dikin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Qadên Berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 caran bi helîkopteran, 11 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan hatin bombekirin. Tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê jî 17 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de jî 5 dagirker hatin cezakirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22'ê Hezîranê saet di 13:00 de li qada Kokerê, dagirkerên ku bi pêş ve diçûn ketin bin kontrola tîmên me yên bi tevger. Bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin û di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş a Cenga Xabûrê de;

22'ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Çekdar xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

22'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tunelên şer ên Şehîd Zemanî 3 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên şer ên li Şehîd Yûnûs û Şehîd Yildiz 9 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM tunelên şer 3 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara tunelên şer carekê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

22'ê Hezîranê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker carekê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

22'ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî drone geriyan.

22'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li qada qada Girê Ortê ya herêma Metînayê ji baregeha dewleta Tirk a li Kanî Masî bi obusan hate bombekirin.

22 û 23'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Kokerê, Çemço, Sîda, Rênçbiraxa û Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

23'ê Hezîranê qada Kokerê 8 caran, qadên Gundê Şêlazê û Girê Ortê yên herêma Metînayê 3 caran bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM 2 caran bi helîkopteran hatin bombekirin."