Tîma Tolhildanê ya YPS’ê li cihekî aidî serokê navçeyê yê AKP’ê da

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Devran Zîlan a YPS’ê li Sûltangaziya Stenbolê li otoparka avahiyeke aîdî serokê navçeyê yê AKP’ê û birayê wî da û 9 wesayîtên luks şewitandin.

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate gotin “Tîma Tolhildanê ya Şehîd Devran Zîlan a YPS’ê di 10’ê Cotmehê de li Sûltangaziya Stenbolê li otoparka avahiyeke aîdî serokê navçeya Sûltangaziyê yê AKP’ê û birayê wî da û 9 wesayîtên luks şewitand.”

Tîma Tolhildanê di dûmahîka daxuyaniyê de got "Têkoşîna li dijî van çeteyan, bi tenê wê bi xweparastinê pêk were. Ev pêvajo têkoşîna ji bo mafên gelên li ser xaka Tirkiyeyê dijîn e. Ji bîr nekin ku bêdengiya gel temenê Erdogan û çeteyên wî dirêj dike.”