Tifaqa Ked û Azadiyê: Em dixwazin pergalê li gor kedkaran biguherînin

Tifaqa Ked û Azadiyê bi şiara “Em ê biguherînin“ li Okmeydani ya Stenbolê bi kedkaran re hat ba hev. Tifaqê destnîşan kir ku dixwaze guhertineke li gor kedkaran bike.

Tifaqa Ked û Azadiyê bi şiara “Em ê biguherînin“ li Okmeydani ya Stenbolê bi kedkaran re hat ba hev. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin, pankartên li ser “Em ê biguherînin, wê sendîka bikeve her kargehê“ û “Kedkar wê mafê xwe bistînin“ nivîsandî hatin daliqandin. Berdevkar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û nûnerên pêkhateyên tifaqê û gelek kes tev li civînê bûn.

KARKER Û KEDKARAN DI SALEKÊ DE HERÎ KÊM 1500 ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Endamê Meclîsa Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Hakan Koçak ku axavtina destpêka civînê kir, wiha got: “Tifaq dixwaze pergalê li gor kedkaran biguherîne.“ Koçak diyar kir ku sala 2022’yan karker û kedkar û her li qadan bûne û herî kêm hezar û 500 çalakî li dar xistine û anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi têkoşîna li kuçeyan ava bûye.

Koçak bi domdarî ev tişt gotin: “Tifaq nabêje ku li mala xwe rûnin û gava hilbijartinê dengê xwe bidin. Tifaq, banga geşkirina têkoşîna karker û kedkaran dike. Kelecana xwe ya ketina rê em ji têkoşîna çîna karkeran a Tirkiyeyê digirin. Em ji bo nan, gul û azadiyê bi rê ketine.“ 

DESHILATDARIYEKE XEDAREK LI SER SERÊ WELÊT E

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedparêz (EHP) Hakan Ozturk da zanîn ku Tirkiye 450 milyar dolar deyndar e. Ozturk bi lêv kir ku kêr gihîştiye ser hestî û wiha axivî:

“Gava em bibin desthilatdar, wê karker bi tenê 6 saetan bixebitin. Xelkê me yê di kanên komirê de dixebite, jiyana xwe ji dest dide. Em ê kanên komirê, nexweşxaneyên ku xelk nikare di ber re derbas bibe, bikin yên gel. Niha desthilatariyeke gelek xedar û tarî li ser serê welêt e. Divê ev desthilatdarî biguhere. Lê wê kî bikare biguherîne? Em dikarin biguherînin. Ên ku hildiberînin em in, em ê bi rê ve bibin.“

‘SENDÎKAYA BUROKRASIYÊ JÎ EM Ê HILWEŞÎNIN’

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, rexne li tifaqên Komar û Miletê kir. Akdenîz destnîşan kir ku sendîkaya burokrasiyê jî ew ê hilweşînin û got: “Em ê weke hêzeke serbixwe, hêzên demokrasiyê bînin ba hev. Em ê yekîtiya Tirk, Kurd û Ereb û ya karkeran pêk bînin. Aramiya karkeran nîn e. Dema ku aramî nebe, şer diqewime.”

DESTHILATDARIYA AKP’Ê PÊŞEROJA WELÊT DIDIZE

Mesût Aygun ê karkerê çêkirina kaxezan û karkera EFT’ê Gulşen Balta di civînê de axivîn û qala neheqiyên ku li wan bûne kir. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî karkerên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Gunay wiha got:

“Desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkaya şer, komkujî, qirkirin û xizaniyê, li standina canê me dewam dike. Desthilatdariya AKP’ê pêşeroja vî welatî didize. Em li dijî vê desthilatdariya AKP’ê û pergala otorîter, bi rê ketine. Em ê di vê rêyê de bi hev re têbikoşin. Tifaqa Ked û Azadiyê dengê jin, ciwan, karker, kedkar, Kurd, Elewî û demokrasîxwazan e.”

Gunay diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê nîşanî gelan dide ku cîhaneke bêyî mêtingeriya ked û azadiyê, pêkan e û got ku herî zêde karker û kedkar ji polîtîkayên AKP’ê bandor dibin.

BANGA GUHERTINA BI HEV RE

Gunay banga “Guhartina bi hev re” û “Em bi hev re bi ruhê Komara Demokratîk, Tirkiyeyeke bê mêtingerî ava bikin” li kedkaran kir û got: “Ji ber ku ev sedsal, sedsala jin, ciwan, karker û kedkaran e em ê têkoşîna jinan geş bikin û bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ cîhanek a bi azadiyê jinan ava bikin.”

Gunay bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: “Em ê bi ruhê Kobanê û Rojava, têkoşînê geş bikin.”