Tezkereya Azarbaycanê hat erêkirin

HDP’ê ji bo tezkereya Azarbaycanê ya hat erêkirin got, “Rengê dengê me wê ji bo cîhanekê ku di navê de gel bi hevre di nava aştî û biratiyê de bijîn bibe” dengê na bikar anî.”

Têkildarê dirêjkirina salekê ya dema erkê ya artêşa Tirk a li Azerbaycanê, li meclîsê tezkereya Serokkomartiyê hat nîqaşkirin. Piştî hevdîtina li meclîsê pêkhat ji bilî HDP’ê 4 partiyên siyasî dengê “erê” bikar anîn û tezkere hat qebûlkirin.

Di hevdîtina ji bo tezkereyê de li ser navê koma HDP’ê Wekîlê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran polîtîkaya ji derwe ya AKP’ê rexne kir.

Tûran diyar kir ku di hidurê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan de Enver Paşa’yek heye û got, “Dem bi dem derdikeve holê. Di demekê de ye ku di pêvajoya ku Enver Paşa wek Wezîrê Şer birêve dibir, Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku bi 7 mîlyon kîlometrekareyê ve destpêkir, heya bi 700 kîlometrekareyî biçûk bû. Milyonek leşker di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest da û Tacîkistanê jî hûn dizanin li hemberî tifengên makîneyî yên Bolşevîk hewl da ku bê çek û bi şûran şer bike. Niha ev, tenêtiya binirx e wate armanc ji gotina ‘tenêtiya binirx’ eve ku gelo di xeyalê desthilat de tiştekî wiha heye?...”

Tûran her wiha anî ziman ku Ehliyeta Erdogan ya ji bo rêvebirina welat nemaye û bi domdarî ragihand: “Em piştgirî nadin kesê ku ehliyeta wî ya rêvebirina welat nemaye û “De ka welat bixe nava şerekê’.

Tûran di dawiyê de ev got: “Rengê dengê me îro û sibe di vî welatî û vî herêmî de wê ji bo cîhanekê ku di navê de şer û pevçûn herî kêm be û gel bi hevre di nava aştî û biratiyê de bijîn bibe.”