Tevlîbûna nava refên QSD’ê didome

Dewreya perwerdehiyê ya 71 şervanan li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Mitan ya li navçeya Til Berek, bi merasîmekê bi dawî bû.

Li Til Berek bi beşdarbûna 71 şervanan Dewreya Perwerdehiyê ya bi navê Şehîd Sadiq Til Hemîs hatibû destpêkirin. Dewreya perwerdehiyê îro bi dawî bû.

Piştî qedandina dewreya perwerdehiyê bi merasîmekê 71 şervan tevlî refên QSD’ê bûn. Piştî axaftina fermandarê QSD’ê Diyar Til Hemîs, şervanên ku mezûn bûne, sond xwarin.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ bi dawî bû.