Tevî ku îspat bû li dawetê bûye lê ceza lê birîn

Tevî ku hat îspatkirin ku Mazlûm Î. yê ku wê demê 14 salî bû di dema berxwedana Kobanê de di dawetê de bû jî, hat cezakirin. Dozger û dadger, ne delîlên berbiçav, belku îfadeya “endamê rêxistinê” ye ya îtîrafkar ji bo Mazlûm Î. Bikar anîbû esas girt.

Derket holê ku di çalakiyên protestoyî yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an de yên piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Kobanê pêkhatin, bi îdiaya kuştina 4 kesên ku di nav wan de Yasîn Boru jî hebû Mazlûm Î. yê ku di 14 saliya xwe de bû hat girtin. Lê tevî ku delîlên ku nîşan dide di dema bûyerê de di dawetê de bû jî ceza lê hat birîn.

Li gorî belgeyên ku di dosyeyê de cih girtine, Mazlûm Î. di dema qetilkirinê de li gundikekî 140 kîlometre dûrî cihê bûyerê li navçeya Qulpê ya Amedê di dawetê de bû. Ajokarê taksiyê yê ku tê gotin zava û Mazlum Î. biriye dawetê jî li dadgehê îfadeyên ku vê agahiyê piştrast dike da. Her wiha hat diyarkirin ku sînyalên telefonê yên Mazlum Î. navbeyna Qulp û Licê nîşan dide. Dadgeha ku li ser van delîlên di dosyayê de biryara nûkirina danişînê û rawestandina înfazê da û di danişîna pêş de jî Mazlum Î. li ser îfadeya Î.Ö. yê ku îfadeya li dijî wî da, biryara xwe guhert û cezayê muebbetê yê girankirî li Mazlûm.Î hat birîn.