Tevgera Komunîst a Şoreşger Yûsûf Gulo bi bîr anî

TKŞ'ê qetilkirina sê kesên ji malbata Gulo ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û destnîşan kir ku gelê Kurd û gelên welatparêz wê ji bo parastina xaka xwe li ser şopa Yûsûf Gulo bin."

Tevgera Komunîst a Şoreşger têkildarî qetilkirina 3 endamên malbata Gulo daxuyaniyek da, dewleta Tirk şermezar kir û ji malbatê re sersaxî xwest.

Daxuyanî wiha ye:

"Welatparêzê hêja Yûsûf Gulo û nêwîyên wî Mûhamed û Mazlûm Gulo di êrişa dewleta Tirk a kujer û mêtînger de li Qamişloyê li ber deriyê mala xwe hatin şehîdxistin. Em ji malbata Gulo ya welatparêz û bi rûmet re sersaxiyê dixwazin. Çawa ku wan di jiyana xwe de her dem ji bo welatê xwe û gelê xwe têkoşîn kiribin û ev têkoşîn bi şehadetê tacîdar kiribin wê gelê Kurd û gelên welatparêz jî wan tu carî ji bîr nekin û her dem di rêyan wan de bimeşin.

Dewleta Tirk a mêtînger û nîjadkûj li her derê li hemberî gelê me yê welatparêz êrişên xwe yên hovanê didomîne. Mînaka vê ya dawî li Qamişlo li dijî malbata Gula ya welatparêz pêk hat. Dewleta Tirk bi vê êrişê dixwaze ku tirsê li nav gelên me belav bike, vîna gel bişkîne û vîna şoreşa me lawaz bike. Ji ber ku dewleta Tirk baş dizane heta kesayetên weke Yûsûf Gulo di nav gel de hebe nikare şoreşa me bişkîne. Her dem li hemberî hemû êrişên wan kesên weke Şehîd Yûsûf Gulo sekinîne û ji gel re bûne rêberên şoreşger. Lê dewleta dagirker wê bi ser nekeve. Ev êriş nîşaneya tirsonekiya wan e û wê tu carî nikaribin şoreşa me li bin bixin.

Rêberên berxwedana me yên weke Yûsûf Gulo girîngî û buhabûna şehîdbûnê baş dizanin. Dema ku ew ketin vê rêyê helbet armanc û hêviya wan ew bû ku bigihêjin wê asta pîroz. Bi deh hezaran welatparêzên me îro li qadan qîr kirin û gotin ku “Şehîd Namirin”. Em jî weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) dibêjin ku: “Şehîd Namirin”, Yûsûf Gulo wê têkoşîna me ronî bike. Em dewletaTirk a kûjer lanet dikin, vê êrişa wê şermezar dikin. Em bang li hemû gelên me dikin ku ji bo şehîdên pîroz derkevin qadan û li ala wan a welatparêzî û şoreşgeriyê xwedî derbikevin."