Tevgera Ked û Rûmet: Emê muhtacê pîwazê nebin!

Tevgera Ked û Rûmetê ya kedkaran avakirî bi dirûşmeya “Ne heqdestê herî kêm, ji bo jiyaneke mirovî û bi rûmet budce” li Kadikoyê çalakî lidarxist û diyarkir “Êdî bese, emê muhtacê pîwazê nebin!”

Tevgera Ked û Rûmetê li Meydana Îskele ya Kadikoyê hatin ba hev û mafên xwe ji budceya 2022 ya di meclîsê de tê nîqaşkirin kir.

Di çalakiyê de pankarta “Emê mehkûmê sefaletê nebin. Ne heqdestê herî kêm, ji bo jiyaneke mirovî û bi rûmet budce” û dovîz hatin vekirin û hate gotin “Emê muhtacê pîwaz û nanê hişk nebin.”

Bi domdarî dirûşmeyên “Bêkarî û hejarî ne çarenûsa me ye”, “Em dixwazin jiyaneke mirovane bijîn”, “Yekîtiya karkeran wê sermayeyê têkbibe” û “Karker bi hevre, bihevre bihêz in” hatin berzkirin. Di çalakiyê de li ser navê Ked û Rûmetê karkera Carrefoûr yê bi rengekî neheqî ji kar hate avêtin û 58 rojan li berxwe da Gulbîn Demîrel daxuyanî xwend.

‘EGER EM DENGÊ XWE DERNEXIN WÊ PARA ME BIBE HEJARÎ’

Demîrel diyarkir ku divê ji pergala ku berdêlên her cûre krîzê li kedkaran distîne bêjin êdî bese û wan ji bo daxwazkirina mafên xwe ji budceya 2022’an hatine ba hev û got, “Di van rojên dawî de li meclîsê budceya 2022’an tê nîqaşkirin. Eger em dengê xwe dernexin wê para me ji wan hevdîtinên budceyê bibe hejarî, bac, deynên nû, buhabunên nû û bêkarî.”

Demîrel her wiha bal kişande ser siyaseta ku hemû dewlemendiyên welat pêşkêşî sermayeya cîhanî, karsazên mezin, çeteyên şer û saziyên dewletê yên mezaxtinkar dikin û ji karkeran re demagojiya “nanê hişk, pîwaz” dikin û got ku ewê ji vê yekê razî nebin.

Demîrel diyarkir “Madem em dixebitin, em hildiberînin û budce ji bacên ji me tê girtin pêktê vêçaxê em mafê xwe dixwazin” û wiha pêdeçû: “Li hemberî vê yekê hikumet û karsaz hewldidin bi birsîkirin û zextê me biçewsînin, mixalefet jî li hemberî rewşê bê helwest dimîne û ji me re dibêjin ‘dengê xwe dernexin, dernekevin kolanan û neyên lîstokan’. Lê em bi israr banga xirabkirina lîstokên sermayeyê dikin. Ji ber ku lîstokên wan ‘lîstokên birsîtiyê’ ye, lîstokên wan ‘lîstokên mehkûmkirina karkeran ji koletiyê’ ye.”

‘BILA BERDÊLA KRÎZÊ KARSAZÊN MEZIN Û DEWLEMEND BIDIN!’

Demîrel di dewamê de ragihand ku desthilatdariya AKP’ê hewldide fala ku sermayeyê di 12’ê Îlonê de vekirî pêk bîne, hewldidin karsazan bidin kenandin û karker-kedkaran jî bidin giryandin û axaftina xwe wiha domand: “Sermaye hêvî dike ku ‘rojekê her kes bibe xwediyê heqdestê kêm’. Desthilata AKP’ê jî niha dixwaze hema hema heqdestan bîne asta heqdestê herî kêm û heqdestê herî kêm jî bîne asta birsîtiyê û wer safî bike. Ev yek ferzkirina koletî û birsîtiyê li ser çîna karker e. Em li dijî vê yekê dengên xwe dikin yek û daxwazên xwe bilind dikin; em ne heqdestê herî kêm, budceyek ku bikarin bi rengekî mirovî û bi rûmet bijîn dixwazin, di budceya 2022’an de bila budceya karker û kedkaran jî hebe, bila berdêla krîzê karsazên mezin û dewlemend bidin.”