TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa Hêlîn Bolek bi bîr anîn

Tevgerên çandê TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa, endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek bi bîr anîn, ku di roja 288'an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû.

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin, "Ji ber şehadeta endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek em ji hevalên wê yên li nava komê, hunermendên şoreşger-demokrat, malbata wê û gelên Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin. Xeta têkoşînê ya ku Hêlîn Bolek jê bawer dikir, bêguman wê hêzê bide têkoşîna şoreşgerî ya gelan û li qada rastiyê her bidome."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, di kiryarên dijî mirovahiyê de yên li hemberî Kurdan û her derdorê êdî sînoran nas nake. Hunermend, rewşenbîr, her kesên mûxalîf di hedefa faşîzma AKP-MHP'ê de ne. Desthilatdariya faşîst a ji huner û hunermendan, ji rastî û rojnamevanan ditirse li ber tine bûye û ji bo xwe li ser piyan bihêle bi êrişkarî, êşkence û binpêkirina mafên mirovan tevdigere.

Yên ku hunerê diafirînin her tim ji yên qanûnan çêdikin xurtir in. Li dijî vê hêza faşîst ku ji hêza hunerê ditirse û dixwaze hunermend bêdeng bibin, li gorî wan tevbigere, em ê bi tembûr, gotin, çepik, wêne, lîstikên xwe rawestin. Dema ku hêzên demokrat û şoreşger, hunermend li hev kom bûn û bi ser desthilatdariya faşîst ve çû, ev yek wê têrker be.

Hêlîn Bolek ji bo bi rengekî azad bistirê kete rojiya mirinê û di roja 288'an a berxwedana rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Bİ navê hunermendên TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn a Ewropayê em careke din Hêlîn Bolek bi bîr tînin ku serî li ber faşîzmê netewand. Ji bo daxwaza endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye bê qebûlkirin, em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin."