Terora destgîrkirinê zêde dibe: Li Manîsa û Tekîrdagê serdegirtina malan

Polîsên Tirk li Tekîrdag û Manîsayê avêtin ser malên gelek HDP'yiyan û herî kêm 14 kes destgîr kirin.

Di rojên dawî de destgîrkirin zêde bûne. Hema her roj serdegirtinên malan û destgîrkirinên komî pêk tên.

Polîsan danê sibehê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan ên navçeyên Suleyman Paşa, Kapakli, Çerkezkoy ên Tekîrdagê û Eregliya Marmarayê de girtin.

Di serdegirtina gelek malan de derî hatine şikandin. Bêyî ku tu hincet bê nîşandan 7 kes hatin destgîrkirin. Tê texmînkirin ku hejmara kesên bên destgîrkirin zêde bibin.

Kesên hatine destgîrkirin ev in: Azad Ozanlî, Muhammed Sosa, Kenan Gozmen, Tayfun Sagdiç, Hakan Guzel, Adem Akdogan û Ahmet Polat.

MANÎSA

Li bajar û navçeyên Manîsayê jî serdegirtinên ku endamên HDP'ê hedef tên girtin, pêk hatin. Serdegirtin di saetên sibehê de bi awayekî hemwextî bi ser gelek malan de hate girtin.

Hevseroka HDP'ê ya navçeya Saruhanliyê Evîn Gunsel, rêvebera HDP'ê ya bajêr Kadriye Karagoz, rêveberê navçeya Alaşehîrê Firat Daşkin, rêveberê navçeyê Salihliyê Îbrahîm Halîl Mungan û herî kêm 7 HDP'yiyên ku navên wan nehat zanîn ji navenda Manîsayê hatin destgîrkirin. Sedema destgîrkirina wan nehat eşkerekirin.