Têrê nake ku mirov rêwiyê heqîqetê vebêje

Veşartîbûn û kêmdengîbûna zêmarê nikarîbû bibe asteng ku bikeve pey eşqa herî heqîqî. Sînan Dersim jî yek ji wan bû ku ketibû pey vê razê. Kete pey şopa Mazlûm, Sara, Şukru, Besê, Şiyar, Yilmaz û Îmam, hem jî bêyî dudilî..

Her hevrêyê te ji te parçekê hildigre, tîne ser ziman. Di ragihandina çûyinê re di dilan de derheqê te bîranînên veşartî û gotin yek bi yek têne ser nivîsê. Tu yê hê pir werî vegotin û nivîsîn. Di jiyana xwe ya têkoşînê de gelek tiştên ku werin vegotin te dane ser hev. Ya ku ji min jî te veşartin, tim bi hezkirin û minet bi bîr bînmi, belkî jî, aliyê te ku ji gelek cihê ew bû ku pir lê disekinî ku em bi zimanê xwe biaxivin. Espriyên te yên Kirmanckî û çîrokên ku te vedigotin. Herî pir jî me ji wê espiriya te hez dikir ku ji hevrê Sara re te digot, bêhna min û cîgera min.

Yên ku taloke li ser zimanê wan heye û li gel vê jî weke ku ev rewşe nebe bi israr li şûna zimanê xwe di serî de Tirkî, ji zimanê xwe zêdetir dixwazin zimanê din hîn bibni û biaxivin, wê çi qasî bibin şopdarê têkoşîna te ya di vê rêyê de. An jî wê li ser rêya asîmîlasyoê ku bi salan tê de dimeşin bimeşin. Aliyekî dî yê girîng ê doza ku te serê xwe di ber de dayî, jiyandina rêça berxwedanê ya Dersimê, baweriya wê û di serî de asîmîlasyon, dijberiya te ya li înkar û îmhayê wê têra xwe were fêhmkirin? Lê dizanim, bi bawerî, bi zanîna ku bersiva têkoşîna te wê çêbibe tu meşiyayî. Li gel her tiştî û her şertî, bi her hevalî re ku tê bi zimanê wan dizanî jî, bi israr bi zimanê xwe diaxivî û tim heyranî vê dimam.

Dizanim divê tenê nebe vebêjê çîroka rêwiyê heqîqetê.  Fêhmkirina hezkirina wan, xweşikbûna dilê wan û maneya ku dayî hevrêyên xwe, bi qasî vegotinê girîng e. Vegotin tenê jî wê ne bes be, divê mirov bibe hevrêyê rêya wan û lêgerîna wan. Di hebana lêgerên heqîqetê de, bi qasî israra li ser berxwedaniya serhildêr, li ser dilê te yê fireh û aram jî gelek tişt hatin gotin û wê werin gotin.

Di beşek dîroka Dersim-Pulumurê de, ku hevrê Sînan lê çêbûye, behsa Hûriyan tê kirin. Behsa Hîttît, Urartû û Medan tê kirin. Tê diyakirin pêşiyên Kurdan, di geşedana îcadên pêşî de ya li ser van xakan xwedî ked in. Rastiya dîrokê wiha dinivisîne. Piştre jî û ya herî nêz derheqê berxwedana Dersimê ye. Rêça wê, cografayyeke jiyaneke hevpar, pireng lê hatî jiyîn. Di deverên xalî, di piraniya vegotinên xef de, gelek tişt derheqê van xakan de dihate gotin.  Derheqê wan rojên xweş ku di bîrê de mane heqîqeta veşartî tim dihate gotin. Lê bi dengekî hinekî tirsokî û kêm .Tim jê dihate tirsandin ku were gotin û bihîstin. Lê ku ya hatî serê pêşiyan, dayikan dîsa bihate serê wan. Tiştên hatin jiyîn herî pir di êşa zêmarê de dihate hîskirin. Bi qasî mezinbûna êşê, bawerî, çand û talokeyên li ser dahatuya zimên weke ku di klam û zêmaran de veşartî bû. Lê ku zar û keçên van xakan biketana pey vê çîroka biêş û dest bi şerekî nû bikirana. Fikar-tevdîr, bi wê fikrê bûn ku Alîşêr, Seyîd Riza, Zarîfe û Beseyên nû çênebin.

Fikar rasatî bûn lê nedikarîn rê li lêgerîna heqîqetê bihata girtin. Hemû rengên van xakan, cihêtiya wan li ser kokên xwe, bi çand û zimanê xwe wê bijiyana. Wê bêkokî qebûl nekirana. An jî li kîjan deverê ku wê ra û rîşalê xwe lê berdane, wê welatekî wan hebûna ku dîsa lê vegeriyana. Bêwelatî û bêkokî ne hîseke wiha bû ku bihata qebûlkirin. Tirs, dengên kêm wê nikarîbûya bibe asteng ku ev rastî neyê dîtin, lê bigerin û di vê rêyê de şer bikin.

Veşartîbûn û kêmdengîbûna zêmar û vegotinê nikarîbû bibe asteng ku bikevin pey eşqa herî heqîqî. Sînan Dersim (Dalokay Şanli) jî yek ji wan bû ku dabû pey vê razê. Kete pey şopa Mazlûm, Sara, Şukru, Besê, Şiyar, Yilmaz û Îmam, hem jî bêyî dudilî. Jiyana hevpar, bi xwîşk û biratî, heqîqeta van xakan bû û diviya disa zîldan. Ên ku bi vê razê gihan, ji nû ve dîtina vê heqîqetê û hevrêbûna bi wan kesan re bû ku hewl didan vê bidin jiyîn. Weke hilgirê çanda qedîm a jiyana hevpar, êdî bi qasî şopdarbûnê, êdî yek ji rêwiyê wê rêyê bû ku li jiyana azad hatibû danîn.

Di rêya ber bi zemanê azadiyê de, çendî derwêş hebûne ku bêyî dudilî rihê xwe tevlê bikirana. Ji bo ku barê li ser milê wan bi layiqî bigihînin cihê wê, bi fanêre û bi pariyek nanê di hebana wan de tevlî şer bûbûn. Pir dişibiyayî wan ên ku beriya te li ser rêya heqîqetê bi razê gihaştin. Çendî dişibe nivîsên li ser hevrê Sara, Atakan, Armanc, Yilmaz, Agît Cîvyan, Erdal..

Belê, her car bi te re min heval Atakan û Erdal didît. Li gel xalên hevpar ên aliyên îdeolojîk, felsefî-teorîk ê têkoşînê, her wiha di bêdudiliyê de jî, bi rengekî bêfikar di şerê ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev, li herî pêş di hilgirtina berdêla biêş, giran û mezin de ya li ser rêya heqîqetê. Ew hevrêtiya we ku we rih û aqilê xwe bi xweşikiya dilê xwe re kirî yek wê weke ferqa we ya herî mezin bijî.

Hêleke derwêşî ya wan spîkên pora te hene. Weke ku li nîrvana be dipirse, dide ber pirsan û dixwaze bibîne. Bêyî ku qet bêzar bibe, dikev pey, mane û dengê helbestî didan gotinê ew spîk. Hewldane kûr û keda wê bû ku dîrok û ya rojane digihande hev. Derwêşî, şaîrî û hevrêtî çi xweş li dilê te rûniştibû. Ji ber vê bû roniya rûyê te.

Weke rênîşandêrên ciwanên Kurdistanê Sînan ,Baz, Mordem, Baran, Mahîr û Axîn, Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxwaziya Jinê li ser van xakan bi pêşengiya we wê zîl bide. Ji bo nifşê nû yê Kurdan hûn bûne hêviya mezin û we dahatû ava kir. Wê bê dudilî di vê rêyê de bimeşin û têbikoşin. Li ser bîranîna te soza me ew e ku azadiyha jinê wê bibe heqîqeta van xakan, Kurdistana azad bi çand, baerî û zimanê Dersimê wê hebe û bijî. Encex wiha mirov dikare bibe layiqî keda têkoşîna we ya mezin.