'Tenê Ocalan dikare rê li ber şerê Rojhilata Navîn bigire'

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku tenê Ocalan dikare li ber şerê Rojhilata Navîn bigire û got: “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hemû civakê tecrîd dikin. Ji bo bidawîkirina vê rewşê jî çi ji destê kê tê divê bike.”

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in dewam dike û tecrîd roj bi roj girantir dibe. Bi salan e hevdîtinên bi parêzar û malbatê re hatiye astengkirin. Herî dawî DMME’yê serlêdana parêzeran a îşkenceyê bi îdiaya delîl têrê nakin piştî 8 salan serlêdan red kir. Bi vê biryarê derket holê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îşkenceyê rewa nîşan dide. Li aliyê din Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) bi helwesta xwe ya li hemberî Îmraliyê tecrîdê meşrû dike. Têkildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan da zanîn ku tenê du hevokên ji Îmraliyê dikare Tirkiyeyê rehet bike.

‘TIRKIYE BER BI KARESATEKÊ VE DIÇE’

Ocalan da zanîn ku 20 sal in tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û anî ziman ku di nava sê salên dawî de tecrîd her ku diçe giran dibe. Ocalan destnîşan kir ku tu agahiyên malbat û heyetê ji rewş û tendirustiya Birêz Ocalan nîne û wiha axivî: “ Tenê Ocalan dikare rê li ber şerê Rojhilata Navîn bigire. Bi tecrîdkirina birêz Ocalan re hemû civakê tecrîd dikin. Ji bo bidawîkirina vê rewşê jî çi ji destê kê çi tê divê bike. Tirkiye ber bi karesatekê ve diçe. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê jî divê kes û derdorên demokrat, rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û gelê Kurd bi xwe bi erka xwe rabin. Ev erk jî rakirina tecrîdê ye.”

‘OCALAN TEMÎNATA AŞTÎ Û ARAMIYÊ YE’

Ocalan da xuyakirin kirin ku Birêz Ocalan temînata aştî û aramiyê ye û ev tişt got: “Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e, ev yek bê şîrove û bê nîqaş divê bê qebûlkirin. Divê xalê de em dikarin li dîrokê jî bînêrin, di dema 2014 heta 2015 ji aliyê dewletê ve muxatabê pirsgirêka Kurd hate girtin. Sê salan bê navber di navbera Birêz Ocalan û rayedarên dewletê re pêvajoyek berdewam kir. Divê demê de aramî hate ser vê axê ûdemkorasî bi pêş ket. Mixabin ji 7’ê Hezîrana 2015’an û vir de ev rewş hate guharandin. Dema destkeftiyên Kurdan bi pêş dikeve, Komara Tirkiye li hemberî Kurdan dibe xwedî îrade û li hemberî Kurdan eniyan digrin. Piştî pêvajoyê û vir ve li Kurdisan û Tirkiyeyê şerekî tund û dijwar heye. Armanca sereke ya komarê dagirkirin û koçberkirina gelên Kurdisatanê ye. Di sala 2015-2016’an de jî gelek navçe û bajarên Kurdisanê bi destê dewletê hatin rûxandin û hewl dan ku gel ji warê xwe koç bikin.”

‘TECRÎD GIRAN DIBE, LI TIRKIYEYÊ RAGEŞÎ DESTPÊ DIKE’

Ocalan bilêv kir ku çiqas ev şer bidome, divê di heman demê de ev pirsgirêk jî bê çareserkirin û wiha dom kir: “Heta ev şer bidome, wê dijminatiya di nava gelê Kurd û Tirk de jî girantir bibe. Bi mîlyonan mirov Ocalan weke îradeya xwe dibînin û mîmarê aştî û aramiyê Birêz Ocalan e. Piştî ku Birêz Ocalan ji dewrê derketiye û tecerîda girankirî li ser giran bûye, Tirkiye ketiye nava kaosê. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir de tu agahî ji Birêz Ocalan nayê standin. Kengî li Îmraliyê derî li ser Ocalan hatiye girtin û têkiliya wî ji derve re hatiye birîn, mixabin kaos û rageşî li welatê me derketiye pêş.”

‘KURDAN ÎRADEYA XWE NÎŞAN DA’

Ocalan bibîrxist ku di encama şerê 40 salî de îradeya gelê Kurd derket holê û wiha domand: “40 sal e di nava Tirkiyeyê û PKK’ê de şerekî tund heye. Bi sedan gundên Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin valekirin û şewitandin. Bi dehan komkujî ji aliyê dewletê ve hatin pêk anîn. Lê belê Kurdan dest ji doza xwe berneda û di encama şerê 40 salan de Kurd bûn xwedî îrade û îradeya xwe derxistin holê. Kurd ji tunebûnê bûn hebûn. Divê her kes jî vê rastiyê baş bîbîne. Li hemberî zordestiya Komara Tirkiyeyê heta niha 28 serhildan çêbûne û PKK jî serhildana herî dawî ya 29’emîn e, ev têkoşîn jî 40 sal e bi berxwedanek bê hempa dide meşandin. Pêşengê vê dozê jî Birêz Ocalan û rê hevalên wî ne. Berî 40 salan li Amedê tu kesî nedikarî bibêjin em Kurd in, li ser vê axê tu kesê nedikarî doza zimanê xwe bike. Niha jî Kurd li îrade, ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derdikevin û dibêjin welatek me heye û ev jî Kurdistan e. Di vir de îrade û têkoşîna 40 salan derdikeve holê.” 

‘DI MIJARA TECRÎDÊ DE LI HEV KIRINE’

Ocalan destnîşan kir ku ger pêwendî bi Ocalan re bê danîn wê Tirkiye rehet bibe û got: “Hema tenê du hevokên ji Îmraliyê bên, dikare Tirkiyeyê rehet bike. Ji bo bidawîkirina vê tecrîdê çalakî tên kirin. Ev çalakî bi wate ne lê têra nakin. Ji bo aştî û aramiyê birêz Ocalan aktorekî girîng e. Sedema tecrîdê jî ev e. Hêzên navneteweyî jî daxilî vî karî bûne û lihevkirinek heye. Wê ev rewş rê li ber şerekî mezin ê birayan vebike. Rojeva me ya sereke bidawîkirina tecrîdê ye. Ji ber ku aşitî û aramî bi vê pêkane. Ger wisa nebe wê welat ber bi parçebûnê ve biçe. Jixwe niha şerê navxweyî heye.”

‘DMME ÎŞKENCEYÊ REWA NÎŞAN DIDE’

Parlamenter Omer Ocalan, bertek nîşanî biryara DMME’yê jî da û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “ Biryara DMME’yê di encama bazarên siyasî de pêk hatiye û nîşaneya dewama komploya navdewletî ya li dijî Birêz Ocalan e. Divê DMM û CPT nebin beşek ji siyaseta dewletê û li gorî mîsyona xwe tev bigerin. DMM û CPT bi helwesta xwe bûne hevparên Tirkiyeyê û dixwazin îşkenceyê rewa nîşan bidin.”