Tenduristiya Arîna 15 mehî li girtîgehê ne baş dibe

Rewşa Arîna pitik ku li Rihayê bi diya xwe Esma Yilmz re li girtîgehê ne baş dibe. Bavê Arînê Mihdî Yilmaz got derdora çavê wê reş û şîn bûne û her roj li xwe dişkîne. Bav got, ''Em ji hev tert û belav kirin.''

Arîn ya bi dayika xwe Esma Yilmaz re li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê dimîne, rewşa wê her diçe xera dibe. Bavê wê diyar kir ku Arînê gelekî li xwe şikandiye û derdora çavê wê şîn û reş bûne. Yilmaz her wiha got sê zarokên wî yên din jî derûniya wan ne baş bûye.
 
Arîn Yilmaz a 15 mehî ku bi dayika  xwe Esma Yilmaz re li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê dimîne, şert û mercên tenduristiya wê nehatin guhartin. Mihdî Yilmaz ê her rojên pêncşemê diçe hevjîn û keça xwe dibîne, der barê rewşa keça xwe Arînê de axivî û got roj bi li xwe dişkîne. Mîhdî da zanîn ku di hevdîtina dawî de hîn bûye ku dermanên dane Arînê hestiyên wê dihelîne hevjîna wî Esmayê ji ber vê sedemê nema dermanan dide keça xwe. Mîhdî got derdora çavê keça wî şîn û reş bûne û ji ber ku ji şîr nema hatiye vekirin û şert û mercên girtîgehê her ku diçe li xwe dişkîne.
 
'ROJ BI ROJ LI XWE DIŞKÎNE'
 
Mîhdî wiha got: “Hevjîna min di koxuşek 30 kesî de dimîne. Ev ji bo zarokê rewşeke giran e. Duh ez bi Esmayê re bi telefonê  axivîm. Esmayê got koxuşek nû hatiye vekirin û tenê jinên zarokên wan hene wê lê bimînin. Psîkolojiya hevjîna min her diçe xera dibe. Li ber çavê wê rewşa zaroka wê her diçe xera dibe. Ev wê pir diêşîne. Ji ber şert û mercan nikare li Arînê binêre. Di koxuşa nû de 13 dayik û zarokên wan hene. Her wiha li derve jî sê zarokên min hene. psîkolojiya wan jî ne baş e. Malbata min tert û belav bû. Kurê min yê mezin li gel amojina xwe ye. keçek min li cem bapîra xwe ye. Ez û keça xwe ya biçûk jî li cem dayika xwe me. Em hemû li cihên cuda ne. Ez hewl didin psîkolojiya wan baş bibe. Malbata min tert û belav bû. Bila zû dawî li vê rewşê were.''