Têkoşîna malbata Şenyaşar didome

Malbata Şenyaşar ku ji bo edeletê têdikoşin got, “4 sal derbas bûn lê hîn êşa me sivik nebûye. Bila êdî edalet were bicîhanîn.”

Emîne Şenyaşar ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Sirûcê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar bibû, di 9'ê Adara 2021'ê de li ber edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin.  Nobeda Edaletê di roja 481'an de didome. Ji ber dawiya hefteyê ye malbatê li mala xwe ya li Sirûcê nobeda xwe dewam kirin.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê dîjîtal, hesabê fermî yê Wezareta Dadê etîket kir û wiha got:"4 sal derbas bûn lê hîn êşa me sivik nebûye. Êşa ji kezebê derbas nabe. Ji bo ev êş bi dawî bibe bila êdî edalet were."