Têkoşîna jinên Kurd û femînîstan hate nîqaşkirin

Li Konferansa Komara Demokratîk, îşaret bi têkoşîna femînîst û ya jinên Kurd û polîtîkayên kapîtalîst hat kirin.

Konferansa Komara Demokratîk ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Çandê ya Cem Karaca li dar xist, bi sernavê ‘’Dînamîkên damezrandina komarê’’ dewam dike. Rêvebera vî beşî Zerîn Kûrtoglû bû, Ozgur Ozturk, Hulya Osmanagaoglû û Ayhan Yalçinkaya mijarên xwe pêşkêş kirin.

Akademîsyen Zerrîn Kûrtoglû, li ser têgihên ku bi komarê re niqaşa wan tê kirin sekinî û got: ‘’Tu têgihek ji van, ne berhemeke komarê ye. Em di bin dirûşmeya ‘komareke din mimkûn e’ de diaxivin. Mimkûn e lê ji bo pêk bê divê mirov hesabê sed salan bike. Tiştê di vir de bala min dikşîne bêdengiya civakê ye. Çi hatiye ser, negotiye na.’’

 ‘SERWERIYEKE MEZIN A SERMIYAN LI TIRKIYEYÊ HEYE’

Ozgur Ozturk ku Akademîsyenekê Aştiyê ye, bi sernavê ‘’Sed salên kapîtalîzmê li Tirkiyeyê” behsa bipêşveçûna kapîtalîzma bi sed salan a li Tirkiyeyê kir.

Ozturk bal kişand ser wê yekê ku li Tirkiyeyê serweriyeke mezin a sermiyan heye û wiha got: ‘’Hem di warê bazirganî, pîşesazî û bankavanî hem ji li gelek cihan fona sermiyan derketiye holê. Piştî derbeya 12’ê Îlonê pêşiya sermiyandariyê vebû. Ji wê rojê ve rûyê patronan bi ken e.’’

Hulya Osmanoglû, bi sernavê ‘’Dînamîkên damezirandina komarê patriyarka û têkoşîna femînîst’’ mijara xwe pêşkêş kir. Osmanagaoglû pêşniyaz kir ku ji bo nûnertiya wekhevî qewilê du parlamenterên mêr diaxivin bidin jinan.

Osmanağaoglû bi domdarî wiha axivî: ‘’Mijara jinan bi desthilatdariya AKP’ê re tim di rojevê de ye. Îro bi destên AKP’ê, em rû bi rûyê niqaşa Destûra Bingehîn û Peymana Stenbolê dibin. Têkoşîna femînîst û ya xelasiya jinên Kurd nayên dîtin.

Akademîsyen Ayna Yalçinkaya jî li ser sernavên ‘’Bawerî’’ û ‘’Komar’’ mijara xwe pêş kêş kir û li ser têkiliya navbeyna Kurd û Elewiyan sekinî.