Têkildarî mirina bi guman a Garîbe Gezer agahiyeke nû

Endamê TAYAD'ê Fahrettîn Kesîn diyar kir ku keça wî Yildiz Keskîn bi Garîbe Gezer re li heman beşa ku hucreya Garîbe lê bû dima û jê re gotiye, dibe ku Garîbe hatibe kuştin.

Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandireyê li hucreyekê di 9'ê Kanûna 2021'ê de bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da, tevî ku çend meh di ser bûyerê re derbas bûne jî hînê nehatiye eşkerekirin. Ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê, parêzer nikarin xwe bigihînin dosyayê. Lê belê ji girtîgehê agahiyeke nû hat. Girtiya siyasî Yildiz Keskîn ku li heman beşa hucreya Garîbe Gezer lê bû dima, piştî bûyerê ji bavê xwe Fahrettîn Keskîn ê serdana wê kir, anî ziman ku Garîbe dibe ku hatibe kuştin.

Keskîn ku di heman demê de endamê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYAD) ye, ji ANF'ê re axivî.

'TIMÎ DIGOT WÊ MIN BIKUJIN'

Keskîn diyar kir ku du roj piştî mirina Garîbe Gezer wî serdana keça xwe ya li heman girtîgehê kir û got, "Dema ku min keça xwe dît, gotina destpêkê ya ji min re got wiha bû 'Bavo, dibe ku Garîbe li vir hatibe kuştin'. Dema min jê pirsî bê çima tiştekî wiha dibêje, wê jî got, Garîbe jê re digot gardiyanan gelek caran destdirêjî û êşkence lê kirin, ew xistin odeya bi singir û timî digot, 'Di rewşeke nebaş de me, hewl didin dest biavêjin min, wê min bikujin'. Ji ber vê yekê jî girtiya siyasî Nûrgul Acar daxwaznameyek da îdareya girtîgehê ji bo Garîbe bi tenê nemîne û bê hucreya wan, lê belê daxwaza wê nehate qebûlkirin."

'EV REWŞ DIVÊ TEQEZ BÊ LÊKOLÎN'

Keskîn ragihand ku ew li beşa ku hucreya Garîbe lê dima dihate ragirtin, ji wê derê qîrîna Garîbe dihate bihîstin û got, "Dema ku min ji keça xwe pirsî bê psîkolojiya Garîbe xera bû yan na, wê jî got 'Ji ber zext û êşkenceya lê hate kirin psîkolojiya wê xera bû'." Keskîn ragihand ku li Girtîgeha Kandirayê girtiyên siyasî ji xwe li hucreyan bi yek an jî du kesan têne tecrîdkirin û ragihand ku bivê evê ev rewş dibe sedema tengaviyê. Keskîn diyar kir ku keça wî gotiye, ne tenê êşkenceya psîkolojîk her wiha êşkenceya fîzîkî jî li Garîbe dihate kirin û ji ber vê yekê rewşa wê giran bû.

Keskîn destnîşan kir ku ev rewş divê teqez bê lêkolîn.

TOSÛN: LÊPIRSÎN GIRAN TÊ MEŞANDIN

Parêzera Garîbe Gezer Jiyan Tosûn jî bi bîr xist ku çend meh di ser mirina Garîbe Gezer re derbas bûne, lê hîn jî lêpirsîn bi pêş ve neçûye.

Tosûn diyar kir ku ji ber biryara nepenîtiyê ew nikarin xwe bigihînin agahiyên di dosyayê de û got, "Me îtiraz li biryara nepenîtiyê kiribûn, lê belê ew jî hate redkirin. Me beriya du mehan li rapora otopsiyê pirsî, hîn jî nehatiye. Lewma lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê giran tê meşandin. Ji ber ku gelekî bû rojev, dibe ku naxwazin lêpirsînê zû biqedînin."