‘Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir li çar aliyan belav bûye‘

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kir li çar aliyan belav bûye û got:“ Li dijî Abdullah Ocalan rewşek taybet heye. Êdî ev tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye.“

Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Tedrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin.

Li ser navê BMG’ê Dogan Koç daxuyanî xwend û diyar kir ku muameleya li hember girtiyên nexweş bi serê xwe îşkence ye û girtî li dijî binpêkirinên mafan, tecrîd û îşkenceyê serî radikin û divê xwedî li berxwedana girtiyan xwedî were derketin.

‘ATK BI FERMANÊ DIXEBITIN’

Koç destnîşan kir ku li gel raporên “nikarin di hepsê de bimînin” ên girtiyên nexweş hene jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) ji ber fermana distîne berdana girtiyan asteng dike û got: “ATK bi fermanê dixebitin û lewma berdana girtiyan asteng dike. Divê ATK demildest dawî li vê yekê bîne û ji bo girtiyên nexweş bikeve nava tevgerê. Ev tenê ne bes e. Divê em jî wek hêzên yekgirtî ji bo xwedî li berxwedana girtiyan derkevin bikevin nava tevgerê û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

‘TECRÎD BELAV DIBE‘

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê parêzer Omer Farûk Yazmaci jî anî ziman ku tecrîd li çar aliyên Tirkiyê belav bûye û got: “Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir li çar aliyan belav bûye. Li dijî Abdullah Ocalan rewşek taybet heye. Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din û parêzerên wan nikarin biçin hevdîtinê. Êdî ev tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tevî van şertên tecrîdê jî girtiyên nexweş nayên berdan. Dewlet ATK’ê wek amûrê bikar tîne. ATK jî bi fermana rayedaran dixebitin. Ji ber vê helwesta ATK’ê girtî nayên berdan. Em dibêjin divê ATK tavilê ji bo girtiyên nexweş gav biavêje.”