Tecrîd û dagirkirina Efrînê li Fransayê hatin şermezarkirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê li bajarên Marsîlya û Montpellîer ên Fransayê hatin şermezarkirin.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê li bajarên Marsîlya û Montpellîer ên Fransayê hatin şermezarkirin.

MARSÎLYA: Çalakiya li Marsîlyayê li meydana Vieur Portê pêk hat û ji bo boykotkirina malên Tirkan bang hate kirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Efrîn bi tenê nîne", "Tirkiye ya terorîst ji Kurdistanê bicehime" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Di mîtîngê de wêneyên sivîlên ku li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin hatin hildan û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan gelek belavok hatin belavkirin.

MONTPELLÎER: Kurdistaniyên ku li Montpellîerê li hev civiyan, ji bo xwedî li Efrînê derkevin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin meşiyan. Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakger li parka Peyrou Pitotê li hev civiyan û heta meydana Comedie ya li navenda bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Em hemû PKK'yî ne", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Her wiha gelek belavok hatin belavkirin. Piştî meşê li meydana Comedie mîtîng hate lidarxistin û dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin. Çalakgeran gotin, heta ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê biqede wê çalakiyên xwe bidomînin.