'Tecrîd tenê bi têkoşîna hiqûqî ranabe'

Parêzer Serhat Eren diyar kir divê her kes li dijî tecrîdê bihestyar be, îtirazê bike û destnîşan kir tecrîd tenê bi têkoşîna hiqûqî bi dawî nabe.

Ji girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an û heta 27’ê Tîrmeha 2011’an carinan parêzer û malbatê dikarîbûn hevdîtinê li Îmralî pêk bînin. 

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’ê û vir ve 8 sal in parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. 

Di encama gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li girtîgehê destpê kir û 200 rojan dom kir û şûnde, hevdîtina yekem 2’yê Gulana 2019’an, di heman mehê de 22’yê Gulan piştre 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîran, 7’ê Tebaxa 2019’an parêzer karî 5 caran hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne.

Piştî van hevdîtinan hemû serlêdanên parêzeran bê bersiv hatine hiştin yan jî bi hinceta cezayê disiplînê hatine redkirin. 

Li ser agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zêdebûna helwestên gel Birayê Ocalan Mehmet Ocalan 25’ê Adara 2021’ê ji bo hevdîtinê bi Ocalna re bike Serdozgeriya Komarê ya Rihayê vexwend Edliyeya Rihayê. Lê piştî deqeya 4’an a hevdîtinê û şûnde têkilî tê qûrkirin. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ji bo rakirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja 205’an de didome.

Ji Parêzerên Baroya Amedê Hiqûqnas Serhat Eren li ser sîstema êşkenceyê ya Îmralî ji ANF’ê re axiv.

Prz. Eren bi taybet bal kişand ser bûyerên pêvajoya 2013 û 2015’an û got: “Bi taybet di sala 2013-2015’an wekîlên di nava hevdîtinên pêvajoya çareseriya demokratîk de cih digirtin, di navbera rayedarên hikûmetê û Qendîl de diçûn û dihatin, li rê û rêbaz digeriyan, mirov kêfxweş bûn, rewşeke demokratîk hebû. Hikûmetê 2015’an dawî li pêvajoyê anî û hilbijartina 7’ê Hezîranê pêk hat. Ramanên wê demê Birêz Ocalan dayî pêş, tevî ku wê demê Tirkye hê zêdetir bi hêz bû, AKP ji ber ku wê di hilbijartinê de deng winda bikira dawî li pêvajoyê anî. Piştre şer derker, darbe li pey wê hat û Rewaş Awarte hate ragihandin. Li Tirkiye Birêz Ocalan ne tenê ji bo pirsa Kurd çareser bibe, ji bo aştî li Rojhilata Navîn pêk bê, kete nava hewldanan, lê hikûmetê serî li polîtîkayên şer û tundiyê da. 

‘AKP’Ê SOZA XWE BI CIH NEANÎ’

Eren diyar kir ku piştî greva 200 rojî ya Guven û soza Wezareta Edaletê ya ku wê ji niha û şûnde hevdîtin dom bikin û neyên astengkirin jî, lê hevdîtin nehatin kirin û got: “Hikûmetê soza xwe bi cih neanî. 27’ê Mijdara 2020’ê girtiyên siyasî ji bo dawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan û dawîbûna binpêkirinên mafên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin.”

‘LI SER HEV CEZA LÊ DIBIRIN’

Prz. Eren anî ziman ku ne tenê parêzer malbat jî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk naîne û wiha pêde çû: “Li wir hiqûqeke cuda tê bikaranîn. Ya rast ne hiqûqe, bê hiqûqî ye. Hiqûqeke ji ya li Tirkiye tê bicihanî cudatire. Em dikarin bêjin hiqûqeke ya dijminahiyê ye. Hûn hem rê nadin malbat û parêzer hevdîtinê bikin, hem jî ji hemû mafan dikin. Bêrê tim digotin ‘koster xirabe ye’. Niha jî bi hinceta nexşerêya ku ji bo DMME’yê hatî şandin dike hincet, cezayê hucreyê, cezayê disiplînê dikin hicet û rê nadin hevdîtin pêk were. Niha jî ti hincetekê jî nîşan nadin. Birêz Ocalan rû bi rû yê pêkanînekî welê ye re ku li ti hiqûqa navneteweyî de nîne.

‘ÎMRALÎ LABORATÛWAREK E’

Eren diyar kir ku AKP şer, talana xwezayê, dijminahiya jinê, nenaskirina vîna gel, operasyonên qirkirina siyasî re polîtîkayên tecrîdê jî didomîne û got: “Ev pêkanîn demek dirêj e didomîne, lê hişmendiya li Îmralî rewşeke ya rêvebirinê ye. Li wir xebatekî mîna labOratûwarê heye, dixwaze vê yekê li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê bike. Azadiya rêxistinkirî ji holê rakir, darazeke girêdayî xwe avakir. Dema ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re dihate kirin, pirsa Kurd, talan xwezayê û pirsa jinê bi rehet dihate nîqaşkirin, lê bi tecrîdê re nirxên bingehîn jî tên tinekirin.”

‘BI TECRÎDÊ RE KAREKTERÊN FAŞÎST JÎ DERDIKEVIN HOLÊ’

Prz. Serhat Eren wiha domand: “Li girtîgehan bi temamî tecrîd tê pêkanîn. Ji xebatên sosyal bigire heta hatina ba hev hemû maf hatin binpêkirin. Bi dawîbûna tecrîda li ser Birê Ocalan û dawîbûna binpêkirinên li girtîgehan hemû jî daxwazên rewan e. Ev daxwaz daxwazên wele ne hem li gorî hiqûqa navxwe û hem jî ya navneteweyî neçarin ku bên kirin. Lê ji aliyê AKP’ê ve tên astengkirin.”

‘JI BER BERJEWENDIYAN ÇAVÊ XWE LÊ DIGIRIN’

Raporên ji aliyê CPT’ê ve li ser Îmralî tên eşkerekirin, girîng dibînin. Bi rapora dawî ya CPT’ê derket holê ku divê astengiyên pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran bê rakirin. Dide nîşandan ku cezayên disiplînê ne li gorî hiqûqa navnetewyî, ne li gorî yasayên DMME’yê ne, ceza li ser ceza birîn, divê bên dawîkirin. Taybet CPT’vê dibêje; ‘Sîstema li Îmralî tê kirin, sîstema êşkenceyê ye.’ CPT’ê destnîşan kir ku divê ev ye bi dawî bibe. CPT saziyeke ya Konseya Ewropayê ye, dîsa YE’yê dem dem li ser dawîbûna êşkenceyê daxuyanî dane. Biryara DMME’yê ya sala 2014’ê li ser Birêz Ocalan dayî diyar dike ev ceza êşkence ye. Hêzên navneteweyî dema mijar dibe Kurd, dema mijar dibe têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re çavê xwe li vê digirin. Ji bo sînordarkirina endamtiya Tirkiye dema mijar dibe Kurd vê nakin. Dawî li sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê naînin.

‘JI RAMANÊN BIRÊZ OCALAN ÊN ÇARESERIYÊ DITIRSIN’

Divê daxwaza dawîbûna tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan bibe daxwaza hemû gelên Tirkiye. Di mijara binpêkirina mafên mirovan divê bê ku lê bê nêrîn kiye, bi awayekî bi rêgez bê bicihanîn. Dema mijar dibe Birêz Ocalan baroyên Tirkiye û siyaset hemû bêdeng dimînin. Siyaseteke bi rêgez nîşan nadin, ji ber vê bê rêbaziyê li her derê bêhiqûqî belav bûye. Divê li dijî vê helwest bê nîşandan. 

Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo pêşniyarên çareseriyê ji bo gelên Sûriye, Iraq û Tirkiye pêşkêş kir, tecrîd li ser tê kirin. Yên ku demokrasî û aştiyê li Tirkiye naxwazin tecrîdê pêk tînin. Modela çareseriyê ya Birêz Ocalan pêşkêş kirî girîng e. Birêz Ocalan diyar kir, wê vî şerî di nava 10 rojan de bi dawî bike. Hemû mirovên li vî welatî vê dixwazin. Daxwaza dawîbûna tecrîdê, divê li her derê Tirkiye bê nîşandan.''