‘Tecrîd bi konsepteke navnetewî tê domandin’

Wekîla HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Koçyîgît diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi konsepteke navnetewî ye û sersariya CPT’yê ji ber vê ye.

Wekîla HDP’ê Gulîstan Koçyîgît diyar kir li Tirkiyê rêya demokrasi û dewleta hiqûqê rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir tecrîd bi konsepteke navnetewî tê domandin.

Koçyîgît diyar kir divê bi vê çarçoweyê sersarî û bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê were nirxandin û got, ‘’Em pê dizanin ku em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku YE, NY û Parlamentoya Ewropayê tesîra xwe ji dest dane lê em dikarin bibêjin kirinên li ser Rêzdar Ocalan parçeyek ji konsepta navnetewî ye ku bi zanîn û daxwaz dikin .CTP’yê sala 2019’an rapora xwe ya serdanê ragihand û diyar kir qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re ti carna nayê qebûlkirin û divê Tirkiye gavan bavêje. Tirkiyê ti gav neavêt lê ti bersiv nedane vê. Ev hemî nêzîkatiya pergala navnetewî ya li Rêzdar Ocalan e. Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bi daxwaza wan e.’’

Koçyîgît bi berdewamî got cdivê tehliyeya bişert jî an jî mekanîzmayên din ên tehliyekirinê di rojevê de bin, ev ji ji bo her girtî ye lê dema ku mijar Ocalan be mesele pir hesas û kûr e û got, ‘’Em ne behsa girtiyekî jirêzê dikin. Em behsa mirovekî wiha dikin ku gelê Kurd bi îmzeya xwe îradeya xwe nîşan daye. Bi ser de di çareya demokratîk de bi roleke kilîd e, ji bo çareyeke bi aştî kedê dide, serê xwe diêşîn, bi fikir, nivîs, pirtûkên xwe tîne ser ziman. Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan sûcê êşkenceyê ye. Tirkiye hem yasayên xwe yem yasayên naventewî binpê dike û sûc dike.’’

 

Koçyîgît diyar kir azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tesîra xwe li ser çareseriya demokratîk bike, divê êdî ev were axaftin û ev mesele heta hetayê nikare wiha bidome û divê were çareserkirin. Koçyîgît diayr kir Ocalan di çareserkirina meseleye de bi roleke kilîd e û divê şertên azadbûna Ocalan ku ev ê tesîra xwe li ser çareya bi aştî jî bike ji niha ve werin bicihanîn.

 

Koçyîgît her wiha got çi kesê dilxwazê azadî, demokrasiyê, partiyên siyasî û derdorên civakî nikarin li bara tecrîda li Ocalan bêdeng bimînin, şertê demokrasiyê û dewleta hiqûqê liTirkiyê ew e ku tecrîda li Imraliyê were rakirin û hemû mafên Ocalan werin îadekirin.