Tecawîzkar Orhan dîsa nehate girtin

Biryara daxwaza girtinê ya dozger a derbarê çawîşê pispor Mûsa Orhan ê destavêtî Îpek Er û piştre rê li ber întixarbûna wê vekir, hate redkirin.

Danişîna 4'an a doza bi sûcdar ‘destavêtinê’ ya derbarê çawîşê pispor Mûsa Orhan ku li Sêrtê destavêtibû  Îpek Er û ji ber vê Îpek Erê xwe kuştibû, li Dadgeha Cezayê Giran a Yekê ya Sêrtê hat lidarxistin.

Malbata Îpek Er û parêzerên wê, Baroya Sêrtê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, tevli danişînê bûn.

Li dora edliyeyê û hundirê wê tevdîrine zêde hatin girtin û destûra rojnameyan nehat dayîn ku têkevin hundirê edliyeyê.

Doz bi parastina dozgean destpê kir.

Piştre dozger mutalaa pêşkêş kir û xwest Orhan bê girtin û cezakirin. Lê belê heyeta dadgehê, piştî parastina parêzeran biryara xwe eşkere kir û biryar da ku Orhan bi awayekî negirtî bê darizandin.