Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 48'emîn, di roja 259'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê nirxand.
‘TECRÎD, ASTENGKIRINA ÇARESERIYÊ YE'
Taşdemîr anî ziman ku sedema sereke ya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, astengkirina daxwazên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye û wiha axivî: “Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê welat di nava qirîz û aloziyek mezin de ye. Ev qirîz û alozî jî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye, lê belê bi tecrîdkirina Birêz Ocalan armanc ew e ku pirsgirêka Kurd neyê nîqaşkirin, armanc astengkirina rêbazên çareseriyê yên aştiyane û astengkirina bilêvkirina daxwazên civakê yên di vî warî de ye. Asas sedema sereke ya tecrîda li ser Birêz Ocalan, astengkirina daxwazên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye. Çima dewlet naxwaze pirsgirêka Kurd were çareser kirin? Dema ku pirsgirêka Kurd were çareser kirin wê welat bêhnê bigre û wê ev sîstema qirker û tarî hilweşe. Wê Tirkiye ji çavên reş xelas bibe û kesên ku welat ber bi taritiyê ve birîne werin darizandin. Wê Tirkiye bigihêje aramiyê û li vî welatî cihê ceteyan nemîne. Ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin û dixwazin li ser pirsgirêka Kurd re bigrin. Li Tirkiyeyê heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin wê ev qirîz jî kûr bibe.”
‘TECRÎD BANDORÊ LI SER HER KESÎ DIKE’
Taşdemîr da zanîn ku tekana muxatab û kesê bikare pirsgirêka Kurd çareser bike Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Dema ku tecrîd hinek sivik dibe û dengê Birêz Ocalan digihêje gelan, Tirkiye digihêje aramiyê. Pirgirêkên ku di nava 50 salî de neyên çareserkirin bi keda Birêz Ocalan di nava salekê de hate çareserkirin. Dengê Birêz Ocalan hêvî û aramiya gelan e. Di dema pêvajoya çareseriyê de tevahiya cîhan bû şahîdê vê yekê. Muxatabê çareseriya pirsgirîka Kurd Birêz Ocalan e. Bi polîtîkayên pişaftinê, girtin û kuştinê pirsgirêka Kurd ji holê ranabe û çareser nabe. Pirsgirîkek heye ev jî pirsgirêka Kurd e. Gelê Kurd weke her gelekî nasnameyeke azad û jiyanake hevpar daxwaz dike. Ev daxwaziye jî wê bi muxatab girtina Birêz Ocalan pêk were.
Em îro dibînin, çawan ku tecrîd kûr bû, înkar kirina Kurdan û polîtîkayên şer pêşketin. Tecrîd, înkara Kurdan û polîtîkayên şer carek din dixwazin xwe ji nûve biafirînin. Ji bo ku gelê Tirkiyeyê bixapînin û Kurdan hedef nîşan bikin her tiştê dikin. Yên ku van polîtîkayên dewletê pûç bike û vale derxe jî gelê Kurde. Ji ber vê yekê timî êrîşî Kurdan dikin û tecrîda li ser Birêz Ocalan kûr dikin. 22 sal in Birêz Ocalan tê tecrîdkirin û ev tecrîd bandorê li her kesî dike.”
‘ŞIKANDINA TECRÎDÊ AVAKIRINA AŞTIYÊ YE’
Taşdemîr destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîdê ve girêdayî ye û wiha dom kir: “Heta tecrîd neyê şikandin li Tirkiyeyê û Rojhilata çareserî çênabin. Lewma tevahî gelên li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û tevahî beşên di nav tevna enternasyonalîst de cih digirin li hemberî tecrîdê divê helwesteke zelal, bi biryar, bi bawerî nîşan bidin, aktîvîteyên ji bo vê pêş bixin. Şikandina tecrîdê ya rastî tê wateya li Tirkiyeyê şer bi dawî bibe, li Rojhilata Navîn jî xeta sêyemîn a ji pergalên heyî dibihure dê derxe holê. Bi şikandina tecrîdê re rê li ber paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîst û azadîxwaziya jinê jî tê vekirin. Dema tecrîd bê şikandin û dengê Birêz Ocalan bigihîje gelan wê nefesê bistînin û em dibêjin şikandina tecrîdê avakirina aştiyê ye.”
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Taşdemîr, der barê çalakiyên grevên birçîbûnê de jî axivî û wiha got: “Ji ber ku biryarên der barê binpêkirinê de pêk nehatine cardin li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine. Tecrîd tim didome. Niha cardin grevên birçîbûnê dest pê kirine. Hêvîdar im berî ku rewşa girtiyan wekî ya greva sala 2019-2019'an giran bibe, daxwazên wan yên rewa werin cih, pêkanînên tecrîdê ji holê rabe û hevdîtinên parêzer û malbatan a bi Birêz Ocalan û girtiyên din re dest pê bikin. Ji bo tecrîd ji holê rabe divê li her derê û her kes bibin dengê girtiyan. Li girtîgehan girtî tişta dikeve li ser milê wan dikin. Divê ji derve em bibin dengê wan. Zext û pêkûtiyên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Di demê dawî de gelek malbatên me serî li me didin û qala binpêkirinên li girtîgehan tê kirin dikin.
Li girtîgehan êdî hindirê deve girtiyan dinêrin. Li gel ewqas zextan jî girtî ji bo hiqûq pêk were di çalakiya greva birîbûnê de. Ji bo ku tecrîd ji holê rabe û zextên li girtîgehan bi dawî be divê her kes bibe dengê girtiyan.”