Tamîlan ji bo azadiya Ocalan çalakî li dar xist

Sala 2009’an bi desteka gelek welatan komkujiyek gelek mezin bi serê gelê Tamîl de pêk hat, çalakiya bîsîkletê ya ji Londrayê heta Cenevreyê ya endamên Tamîlan didome, çalakgeran li Strasboûrgê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Sala 2009’an artêşa Srî Lankayê bi desteka Hindistan û welatên din ên li herêmê Pilîngên Rizgariya Elam Tamîl (LTTE) di aliyê leşkerî de binxist û bi hezaran sivîl qetil kirin. Di nava 9 salên derbasbûyî de xwedînederketina civaka navnetewî ya ji bo kesên ji ber komkujiyê filitî ne, bi armanca protestokirinê ji Londra heta Cenevreyê çalakiya bîsîkletê ji aliyê endamên Tamîlan ve  tê lidarxistin.

LI STRASBOÛRGÊ PIŞTGIRÎ DAN NOBETA OCALAN

Çalakiya bîsîkletê ji Londrayê desptê kir û wê heta nûnertiya Netewên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre ya Swîsreyê bidome Etapa ji  1500 kîlometrekare pêk tê ber bi qonaxa dawî ve diçe.

5 çalakgerên Tamîlî ji Dadgeha Cezayê Navnetewî (UCM) ya Lahey a li Hollandayê, paytexta Belçîka Bruksel, û bajarê Saarbrukcen ê Luksembûrg û Elmanyaê derbas bûn duh jî li pêşiya saziyên li Strasboûrgê bûn.

Tamîlan li bajarê ku Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (AİHM) û Parlamentoya Ewropa (PE) lê ne serdana çalakiya nobeta ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin kirin. Çalakgerên Kurd ên nobetê ragihandin ku piştgiriyê didin çalakiya Tamîlan, çalakgerên Tamîlî jî gotin, ji bo Ocalan demildest azad bibe divê rêxistinên navnetewî bikeve nava tevgeran.

BI DEH ZARAN MIROV HATIN QETILIRIN, CÎHAN BÊDENG MA

Di şerê di navbera Tamîl û Srî Lanka yê sala 1983’an destpêkirî de bi deh hezaran mirov mirin, LTTE li welatê giravê beşeke mezin yê bakur û rojhilatê Srî Lankayê kontrol kirîbû. Lê sala 2004’an de dema felaketa tsûnamî de hêzên LTTE di qada deryayê de beşeke mezin winda kir bi îxaneta tevgera Vinayagomoorthy Mûralîtharan ku pêşengtiya wê leqeb Serheng Karûna Amman  dikir bi dewleta Srî Lankayê re lihev hat û hêzên LTTE zeyîf bûn.

Piştî îxaneta Karûna artêşa Srî Lanka sala 2009’an de operasyoneke mezin a leşkerî lidarxist, bi deh hezaran sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran şervanên cihekî teng da mayin hatin kuştin. Lîderê tevgera gerîla Velûpîllaî Prabhakaran ji qonaxa dawî ya operasyonê de Gulana 2009’an jiyana xwe ji dest dabû.

Lêgerîna edaletê ya Tamîlan ji wê dîrokê ve didome. Bêdengmayîna saziyên navnetewî û Netewên Yekbûyî li dijî sûcên dij mirovahiyê yên dewleta Srî Lanka û komkujiyên mezin tê rexnekirin.