Tahîr Elçî hate bibîranîn

Di salvegera qetilkirinê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hate bibîranîn. Parêzer bi cibbeyên xwe çûne cihê ku Elçî lê hatî qetilkirin û edalat xwestin.

Parêzer Tahir Elçî 28'ê Mijdara 2015'an dema ku li ber Mînaraya Çarling a Sûrê daxuyanî dida hate qetilkirin.

Di salvegera şeşan a qetilkirina Elçî de parêzer li ber Edliyaya Amedê hatin cem hev û heta bi cihê ku Elçî lê hatî qetilkirin bi cibeyên xwe meşiyan.

Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Hevseroka DPB'ê Salîha Aydeniz, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û her wiha serokên baroyên Enqere, Izmîr, Edene, Mêrsîn, Entalya, Sînop, Eydin û herêmê hazir bûn.

Parêzer bi pankarta bi nivîsa, ''Em te ji bîr nakin'' meşiyan û bi dirûşeya gotin, ''Tahir Elçî nemir e, şehîd namirin.''

Li ber Mînaraya Çarling saet 10:53'an dema Elçî hatî qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.

Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren di bîranînê de axivî. Eren got, ''Çi kesê rola xwe rasterast an jî nerasterast di plansazî ,kirin û nixumandina ser kuştinê de hebe, ji bo ku werin darizandin em ê hewldana xwe bidomînin.  Em soz didin Tahir Elçî, raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê.''

Piştî Eren Turkan Elçî axivî û got, ''Îro em dîsa ketina nav zaboqa adaletê. Li pêşberî me dîwarê betonî. Weke ku em bi ser valahiya cîhanê de biqêrin, ev 6 sal in bi guhê kerr ê adaletê de diqêrin. Kî me dibihîse. Hê jî dengê wê guleyê di guhê me de dike zimênî, ku dawî li aramiya me anî, ragihandî ku xeyala aştiyê jî beleheq e û li devereke pir î dûrî me ye.''