TÎHV û ÎHD: Tevahiya welat bûye cihê êşkenceyê

TÎHV û ÎHD’ê diyarkirin ku ji girtîgehan bigire heya bi kolanan êşkence heye û destnîşan kirin ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî “26’ê Hêzîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Êşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Êşkenceyê” li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Roja Piştevaniya bi Kesên Êşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Êşkenceyê, cîhaneke bêêşkence pêkan e!” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de dowizên “Cîhaneke bê êşkence mumkun e” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” , “Êşkence sûcê mirovahiyê ye” hatin berzkirin. Parazvan û nûnerên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.

Bîçer, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 1988’an de “Peymana Li Dijî Êşkenceyê” qebûl kiriye û wiha got: “Di Makeqanûn û Qanûna Ceza de tê diyarkirin ku êşkence qedexe ye. Mixabin li welatê me ne tenê serdemên eskerî di dîroka komarê de jî weke pratîka dewletê êşkence û mûameleya nebaş bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Di encama tarzê rêvebirina destihilatê de di roja me de welatê me bûye cihê êşkencexaneyê.”

 Bîçer, diyar kir ku êşkence û qedexe pirsgirêkên mafên mirovan ên sereke yên Tirkiyeyê ne û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên necezakirinê û yên weke wê, pêkanînên êşkence û mûameleya nebaş ên di navenda binçavkirinên fermî de berdewam dikin. Desthilat polîsan ceza nake kontrol nake û ji nedîtive tê.”

ÊŞKENCE ZÊDE DIBE

Bîçer, bi lêv kir ku ji sala 2016’an ku OHAL hatiye îlan kirin ve hejmara mirovên tên windakirin zêde dibin, ev rewşeke bifikar e û wiha berdewam kir: “Ji Yûsûf Bîlge Tûnç ê di 6’ê Tebaxa 2019’an de hatiye revandin agahî nayê girtin.” Bîçer, anî ziman ku girtîgeh bûne cihê êşkenceyê û got: “Li girtîgehan li dijî girtî û hikumxwaran di pêkanînên êşkence û mûameleya nebaş de zêdebûnek heye.”

‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Bîçer, bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û wiha pê de çû: “Dîsa weke ku di Komîteya Pêşî Lêgirtina Mûameleya Li Dijî Mirovahiyê û Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe de jî cih dayê, nayê qebûlkirin û ev îzolasyon fikarên civakê zêde dikin.”

Bîçer, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên desthilata AKP’ê di raporên saziyên mafên mirovan de cih digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata siyasî mekanîzmayên navnetewî, rexneyên tên kirin û hişyariyan berçav nagire û ji bo pêşî li êşkenceyê bigire tu başbûna nake. Berovajiyê vê li dijî qanûnên êşkenceyê guhertinan çêdike û necezakirinê tomar dike. Muxatabê destpêkê yê êşkenceyê dewlet e.”

Bîçer, daxwazên xwe rêz kirin û diyar kir ku hemû civak ji pêşîlêgirtina êşkenceyê berpirsyar e. Bîçer, da zanîn ku weke ÎHD û THÎV li dijî êşkence, tirsan, her tim wê li cem kesên êşkence li wan tê kirin bin û têkoşîna xwe ya li dijî necezakirinê wê berdewam bike.

‘DESTHILAT BI ÊŞKENCEYÊ HEWL DIDE CIVAKÊ DÎSÎPLÎNE BIKE’

Nûnerê Şaxa TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî bi lêv kir ku desthilat tundiyê li civakê dike û wiha got: “Desthilata bi tundiyê bi rêxistin dibe hewl dide civakê dîsîplîne bike. Em weke ÎHD û TÎHV em li cihê ku binpêkirin, êş û elem lê hene ne.”