Swîsre: Tirkiye di çareseriya doza Kurd de navbeynkaran qebûl nake!

Konseya Federal a Swîsreyê got, ‘’Tiştên ku li Başûrêrojhilat a Tirkiyê dibin bi me re hê jî fikaran çêdikin’ û bang li Tirkiyê kir ku ji mafê mirovan re hurmetdar be.Konseya Federal diyar kir ku Tirkiye naxwaze ku ew di çareseriya doza Kurd de alîkar bin

Parlamentera Konseya Netewî ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Margret Kîener Nellen, ji ber polîtîkaya komkujî û hileweşandinê ya dewleta Tirk a li Sûrê, ji çarçoweya bê ka helwesta Swîsreyê ya li ser tiştên ku ji 2015’an ve li Bakurê Kurdistanê dibin çiye, pirsnameyek da Konseya Federal a Swîsreyê.

‘BAJAR TÊNE TINEKIRIN’

Nellen di pirsanameya xwe de got, ‘’Dewleta Tirk niha li Başûrêrojhilt ê welêt ji mêj ve polîtîkaya tinekirina bajaran didomîne. Gelek raporên bi vê naverokê têne ber destê me’ û got helwesta Konseya Federal a Swîsreyê li ser vê mijarê çiye.

 ‘DÎROKA 8 HEZAR SALÎ BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK TÊ TINEKIRIN’

Nellen di pirsnameyê de got, ‘’Sûr a ku bi taybetî j UNESCO’yê ve di nav mîrateya hevpar a dinyayê ew xiste ber parastinê ji 2015’an ve bi rengekî sîstematîk tê tinekirin û nifûsa herêmê bi rêbazên zorê koçberkirin û li van herêman mirovên dî têne bicihkirin. Sûr ku xwedî dîrokeke 8 hezar salî ye û weke mîrateya çandê ya dinyayê tê qebûlkirin, bi rengekî der qanûnî tê tinekirin’ û ji bo ku bibersivîne ev pirs dane ber Konseya Federal:

-Swîsre derbarê hilweşandina Sûrê kêferatek kir?

-Li dijî hilweşandina sîstematîk a ku li Sûrê didome, Swîsre dikare çi bike?

-Dewletên ku endamên UNESCO’yê ne derbarê babetê bi hev re dixebitin an jî wê bi hev re tevbigerin?

KONSEYA FEDERAL: TIŞTÊN KU LI BAŞÛRÊROJHILAT DIBIN FIKARÊ BI ME RE ÇÊDIKIN

Konseya Federal bersiv da pirsnameya Nellen û got: ‘’Ji Tîrmeha 2015’an, ji dema ku şerê çekdarî dest pê kiriye û heta niha, helwesta me ya derbarê Başûrêrojhilat a Tirkiyê de neguherî’ û got bi taybetî diyar kir ku titşên li Kurdistanê dibin fikaran wan zêde dike.

 ‘EM BANG DIKIN KU JI MAFÊ MIROVAN RE HURMETDAR BIN’

Konseya Federal got ew ji bo berjewendiya gelên Tirkiyê aştiyeke mayinde û çareseriyeke siyasî dixwazin û bi domdarî got: ‘’Swîsre bang li aliyan dike ku dawî li şerê çekdarî bînin û hurmetê li mafê mirovan û hiqûqa mirovparêz a navnetewî bibin. Ji ber sedema giranbûna rewşê ya li Başûrêrojhilat Swîsre got heke were xwestin wan gelek caran gotiye ku ew ji bo ku alî nêzî hev bibin dikarin alîkariyê bikin. Lê hikûmeta Tirk heta niha ne daxwaza Swîsreyê û ne jî ya dewleteke dî qebûl nekiriye û dixwaze doza Kurd bi rê û rêbazên xwe çareser bike.’’

Konseya Federal nexwest ku pirsên derbarê hilweşandina Sûrê de bibersivîne û got komîteya Unesco ya Swîsreyê wê rewşa parastina Baxçeyên Hewselê û Keleha Amedê ku ji 2015’an ve di lîsteya parastinê ya mîrateya dinyayê de ye wê ji nêz ve bişopînin û derbarê mijarê wan ji Tirkiyê rapor xwestine.