Swêd Êzidiyan radestî Iraq û sirgûnî Ermenîstanê dike
Swêd Êzidiyan radestî Iraq û sirgûnî Ermenîstanê dike
Swêd Êzidiyan radestî Iraq û sirgûnî Ermenîstanê dike
Daîreya Penaberan a Swêdê, Êzidiyên ji Iraqê ji ber êrîşên DAIŞ’ê hatin Swêdê radestî Iraqê û yên ji Sûriyeyê hatine jî sirgûnî Ermenîstanê dike.
Daîreya Penaberan a Swêdê îdîa kir ku li her derê Iraqê şer tune û serlêdana penaberiyê ya Êzîdiyan hat redkirin. Niha penaberên Êzîdî bi îdîaya ku li her derê rîsk tune radestî Iraqê tên kirin.
Ev helwesta Daîreya Penaberan ne tenê li Swêdê li Başûrê Kurdistanê jî rastî bertekan tê. Xoncha Norî ku ji bo hikûmeta Federal a Kurdistanê dixebite, di rojên buhrî de ji rojnameya Svenska Dagsbladet gotarek bi ser navê ‘radestkirina penaberan şaş e’ nivîsî û got ku divê Daîreya Penaberan gotina xwe ya herêmên ne rîsk li ber çavan re derbas bike.
MIN BAWER NEKIR
Norî bi lêv kir ku dema radestkirina Êzîdî û Suryaniyan bihistiye bawer nekiriye û got: “Yên tên radestkirin bi rîska kuştin, tecawiz û firotina wek koleyên seksê re rû bi rû ne. DYA’yê nîşan daye ku li Bakurê Iraqê herêmên bê rîsk tune ne û ji ber vê sedemê Fransayê ji Êzidiyan re mala xwe vekir. Lê Swêd nirxandinek cuda dike û daxwaza penabertiyê ya Êzîdiyan red dike. Tevî ku kêmar li Herêma Federal a Kurdistanê bicih bûne jî rewşa Kurdistanê cidî ye. Êrîşên DAIŞ’ê didomin. Her wiha ev 9 meh e ji hikûmeta navendî pere negirtiye. Zehmetiyên aborî dikişînin. NY’ê jî nirxandina ku Iraq di nava karesateke mezin de ye kiriye. Divê Swêd li dijî Peymana Cenevreyê rêzdar be, Êzîdî û Suryaniyan neşînin.
DI ROJEVA PARLAMENTOYÊ DE YE
Parlamenterê Partiya Gel Robert Hanna jî pêşnûmepirsek da, rewşa Êzîdî û Suryaniyan bir rojeva parlamentoyê.
Hannah got ku hikûmeta Swêdê li aliyekî ji bo penaberan cih amade dike, li aliyê din jî Daîreya Penaberan, Êzîdî û Asuriyan radest dike û wiha berdewam kir: “Daîreya Penaberan ji bo parastina Asurî û Êzîdiyan nirxandinên şaş dike.”
Hannah ji Wezîrê Penaberan û Edaletê yê Swêdê Morgan Johansson, pirsa hûn komkujiya DAIŞ’ê ya li hember Êzîdî û Asuriyan wek qirkirinan dibînin an na û der barê radestkirina wan bê astengkirin de wê çi bikin, pirsî.
YÊ SÛRIYEYÊ DIŞÎNIN ERMENÎSTANÊ
Daîreya Penaberan a Swêdê kesên ji Sûriyeyê hatine jî sirgûnî Ermenîstanê dike. Rayedarên saziyê diyar kirin ku Êzîdiyên mijara gotinê, ne ji Sûriyeyê ji Ermenîstanê hatine û ji bo penabertiyê serlêdan kirine. Wek dane jî ezmûna ziman û zanînê ya ji bo Êzîdiyan kirine nîşan didin.
Daîreyê îdia kir ku encamên ezmûnê nîşan didin ku Êzîdî ne zaravayê Kurmancî yê li Kurdistana Sûriyeyê tê bikaranîn, zaravayek din bikar tînin. Ev îfade rastî bertekên tund ên parêzvanên mafê mirovan û pisporên ziman hat.
Hinek fîrmayên ku ezmûna ziman dikin, diyar kirin ku Êzîdî di bin zextên mezin de ne û ji ber ku li gundan bi awayekî îzolekirî jiyane, der barê zimanê ku bikar tînin de gelek zehmet e ku bigihêjin encamekê.
EM NIZANIN ERMENÎSTAN ÇI YE
Malbata Temot yek ji 50 malbatên ku rastî pêkanîna Daîreya Penaberan a Swêdê hatiye. Destpêkê Daîreya Penaberan û piştre jî Dadgeha Penaberan ezmûnên ziman hincet nîşan dan û biryara şandina malbatê da.
Delo Asî Temot ku bi çar zarok û hevsera xwe re di 2012’an de ji Sûriyeyê hat Swêdê ji ber baweriya xwe biçûk hatin dîtin û rastî êrîş û zextan hatin. Delî Asî Temot da zanîn ku biryara wan a şandinê hatiye dayîn, bertek nîşanda û got: “Em nizanin Ermenîstan çi ye."