Sûcdarê şer Dostum ji Enqerê vegeriya Qabûlê

‘’Axayê şer’ ê Afgan general Raşîd Dostum ku li Tirkiyê li sirgûnê bû piştî sirgûna salekê vegeriya Qabûlê. Dostum li balefirgehê li rasta êrîşeke xwekuj hat.

Di êrîşa xwekuj de ya li balefirgeha Qabûlê, li gorî Wezareta Karê Navxwe bi kêmanî 10 kes mirine û birîndar bûne. Dema ku konvoya fermî ji balefirgehê dûr ket êrîş pêk hat.

Li gorî berdevkê generalê Ozbek tiştek bi Dostum nehat, lê hin kesên ku alîgirên wî bûn hatin kuştin. Piştî teqînê gelek ambulans şandin ser cihê bûyerê. Hê kesî êrîş neaniya ser xwe.

Dostum ku Nîsana 2016’an ji tecawiza rikberê xwe dihate sûcdarkirin, ji bo ku ji darazê xilas bibe Gulana 2017’an xwe avêtibû Tirkiyê û rêveberiya Erdogan parastina wî dikir. Piranî jî welatiyên Ozbek bi dehan alîgirên wî bi şandeyeke fermî mîna ku ‘qehreman’ be hatibûn pêşwazîkirin.